17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP-MHP li gundên valakirî ‘hilbijêr’ qeyd dikin

Desthilata AKP-MHP'ê, bi armanca ku mudaxaleyî encamên hilbijartinê bikin li gundên Colemêrgê yên beriya niha hatine valakirin qeyda sûriyeyî û leşker û polîsan çêdikin.

Desthilata AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê dest bi dek û dolabên hilbijartinê kirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, desthilata AKP-MHP’ê li Colemêrgê bi demografiyê dilîze û ‘hilbijêr’an li gundên vala qeyd dike.

Li gorî nûçeyê, li gund û gundikên ku dewletê di salên 1990’î de şewitandiye û vala kiriye, kesên ji Afganistan, Kirgizistan, Sûriye û hin welatên din hatine nîşandan. Her wiha leşker û polîs jî li gund û dundikan hatine qeydkirin.

Gundê Xelîlan yek ji wan gundan e. Xelîlan ku salên 1990’î ji aliyê dewleta tirk ve bi zorê hate valakirin û şêniyên wê koçî navenda Colemêrgê û Wanê kirin, beriya ku bê valakirin 30 mal lê bûn. Gund bi salan vala bû. Biharê û havînê hin gundî ji bo xwedîkirina heywanên xwe tên gund. Lê gund zivistanê bi temamî vala ye.

Gundî dibêjin ku di rojên dawîn de kesên xerîb, leşker û polîs li ser gundê wan hatine qeydkirin. Gundiyan diyar kir ku ew tu kesî nas nakin û li djî vê yekê wê serî li rê û rêbazên qanûnî bidin. Gundiyan got ku ne tenê li gundê wan, li hemû gundên hatine valakirin heman lîstik tê lîstin.

Li gorî agahiyên ku gundiyan daye, armanca vê dek û dolabê guhertina nifûsa Colemêrgê û bi serxistina AKP’ê ya di hilbijartinên xwecihî û giştî de ye.