spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexe derketin holê

Du dîmenên ku artêşa tirk li dijî gerîlayan bombeyên qedexe bi kar tîne derketin holê.

Êrîşên ku artêşa tirk di meha nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna li dijî gerîllayên HPG’ê dabû destpêkirin didomin. Di van êrişan de artêşa tirk çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer, termobarîk, fosfor ên qedexe bi kar tîne û hewl dide bi pêş ve biçe.

Piştî ku HPG’ê dîmenên du gerîlayên ji van çekan bibandor  bûbûn û jiyana xwe ji dest dabûn weşand, îro du dîmenên din ên bikaranîna  bombeyên qedexe derketin holê. D dîmenên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) weşand de tê dîtin ku leşkerên artêşa tirk sûcên şer dikin.

Dîmenê pêşîn li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê hatiye qeydkirin. Dema ku gerîlayên bi navê Baz Mordem û Helbest Koçerîn bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî şehîd bûne. Dîrok 20’ê Tebaxa 2022’an. Bi bombeyên qedexe li ser hev teqîn çêdibe. Gerîla nekarîne teqînê pêşîn a mezin qeyd bikin lê teqîna duyemîn a mezin qeyd kirine. Piştre jixwe ji dîmenan tê fêmkirin.

Dîmenê duyemîn jî di 10’ê Hezîrana 2022’an de li tunelên şer ên Şehîd Hewrê ya Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn a Zapê hatiye qeydkirin. Tê dîtin ku teqîneke çawa mezin û bi şîddet pêk hatiye û çawa li qadeke mezin belav dibe.

Di her du bomberdûmanan de yên ku bi bombeyên qedexe hatine kirin, gerîla di tunelên şer de li ber xwe didin. Gerîlayên ew dem jiyabûn gotibûn “Dema teqîn çêbûbû, wekî ku erd hejiyabû zinar dihejiya. Piştre gazeke jehrî belav bû.”

Gerîla li hemberî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li ber xwe dide.