8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên Nobetê Edaletê didomin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan  di roja 337’emîn de li pêşiya Saziya Tip a Edlî(ATK) berdewam kir.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 337’emîn de berdewam dike. Malbat hefteyê sê rojan çalakiya nobeta edaletê li dar dixin. Rojekê li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê, rojekê li pêşiya Saziya Tip a Edlî (ATK) û rojekê jî li pêşiya Edliyeya Amedê çalakiyê dikin. Malbatên girtiyan îro jî li pêşiya Saziya Tip a Edlî hatin cem hev û daxuyanî dan. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniya malbatan bûn.

Xwişka girtiyê nexweş ê ku bi navê Abdulselam Guler ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne Încî Guler, diyar kir ku birayê wê 29 sal in di girtîgehê de ye û wiha axivî: “Ew û hemû girtiyên siyasî bi gelek mafên xwe tên mexdûrkirin. Li girtiyên nexweş bi çavên neyartî li wan dinêrin. Em jî dibêjin bila êdî dev ji vê neyartiyê berdin. Em wek malbat li hemû saziyan digerin. Em diçin derê kîjan partiyê ji me re deriyê desthilatê didin nîşandan. Em ji wan re dibêjin em jiyana zarokên xwe û mafê wan ê qanûnî dixwazin, desthilat bi me ne ketiye. Tu eleqeya me bi pergalê neketiye. Em ji Wezîrê Edaletê re dibêjin hiqûqa ku derxistine qanûnên wan in. Lê belê dema ku parlemento girtîbû gotin em ê parlomentoyê vekin û em ê rewşa girtiyên nexweş jî bînin rojevê lê hêj neanîn rojevê. Parlemento ve bû 19 roj in vebûya û êdî bila rewşa girtiya were rojevê. Bi her awayî zext li ser girtiyan heye û li her derê ev zext didomin. Em dibêjin heq û hiqûqê zarokên me çi be bila ew were dayîn.”

Bila li girtîgehan zext bi dawî bibin

Di dawiya axaftina xwe de Guler, bang li desthilatê kir ku qanûnê we çi bin wan bi cih bînin û got: “Girtiyên ku 30 sal cezayê xwe qedandine lê dîsa jî wan bernadin. Kontrola edlî derxistin lê bi awayî jî wan bernadin. Ger ku bi kontrola edlî bihatina berdan zarokên me nexweş nediketin. Lê belê serokkomar dibêje yek edalet, yek pergal, yek al em dibêjin ku yek edalet hebe bila ji bo zarokên me jî hebe. Bila di girtîgehan de zilmê li zarokên me nekin, bila wan birçî nehêlin. Îro birayê min nexweş e ez dibêjim bila ji xwe re tiştan bistîne û bixwe, lê van tiştan jî nadin wan. Em diçin partiyên siyasî ji me re diaxivin lê li sozên xwe xwedî dernakevin. Piştî ku em di vî welatî de dijîn bila dewlet jî edaleta xwe bi cih bîne. Em ê ji bo zarokên xwe her dem li ber xwe bidin, ew ê jî di zindanan li ber xwe bidin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.