6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînemagerî û cesareta Yilmaz Guney

Sedat Bariş

Min demek berê filmek bi navê Okul Tiraşi ( Tiraşa Dibîstanê ) temaşe kiribû. Film beriya derketina vîzyonê, li Ewropa û cîhanê di mîhrîcanên gelek girîng de tev li pêşbirkan bû û gelek jî xelat standiye. Sala din jî li Tirkiyeyê di mîhrîcana filman ya Antalyeyê de xelata herî baş a porteqala zêrîn standibû. Senaryoya “Okul Tiraşi “ji aliyên Ferît Karahan û Gulîstan Acet ve hatiye nivîsandin û derhênerê wê jî Ferît Karahan e. Lîstikvanên wê: Samet Yildiz, Ekîn Koç, Mahîr Îpek, Cansû Firinci, Munîr Can Cîndorûk e.

Mijara filmê, zarokek ( Yûsûf) û hevalê wî ( Mehmet) di dibîstana şevînê de nexweş dikeve û dixwaze bibe bijîşk. Lê ji ber astangiyên sar û sermaya zivistanê û burokrasiya dibistanê nikare bibe bijîşk. Xîretek mezin ji bo hevalê xwe dide.

Film ji aliyê derhênerî, teknîk û lîstikvaniyê de gelek baş e. Di van xalan de tu kesek nikare rexne bike herhal. Lê ji aliyê mijar û senaryoyê de ji nîqaşan re vekiriye. Herî zêde jî kesên ku xwe kurd dihesibînin û ji perwerdehiya pergala vê dewletê xwe kişandine pêşiya rexneyê wan nayêbirîn.

Film di hemamekî de bi serşoya zarokan dest pê dike. Sê zarok bi hevre serê xwe dişon. Piştre mamosteyê wan li gorî xwe cezayek “bi ava sar xwe bişon” dide wan. Ji bo kontrolkirinê jî serokê şerşoyê dide ser serê wan. Zarok ji mecbûrî di zivistanê de bi ava sar serê xwe dişon. Di dawiyê de em fêm dikin ku sedema nexweşiya Mehmet ev e.

Film di zivistanê de li navçeya Miks (Bahçesaray) a Wanê hatiye kişandin. Sar û sermaya zivistana Miksê, barandina berfê û dengê bayê zehmetiya mijara filmê temam dike.

Temaşevan dema li filmê dinêrin dibînin ku ev li erdnîgariya kurdan û li ser zarokên kurdan hatiye kişandin. Di polê de li ser pirsa mamosteyek jin zarokek destê xwe radike û dibêje: ‘’ Hocam burası Kürt coğrafyasıdır’’ (Ev der erdnîgariya kurdan e.) dibêje. Lê mamosteya jin hêrs dibe û dibêje: ‘’Çocuklar Kürt coğrafyası diye bir yer yoktur. Burası doğu Anadolu bölgesidir.” (Zarokno erdnîgariya kurdan tuneye. Ev der herêma rojhilata Anatoliyayê ye.) Bi vê gotinê dersa xwe berdewam dike. Di vir de li gorî me senarîst nîqaşekê diavêje holê.

Film bi zimanê tirkî ye. Li erdnîgariya kurdan de tirkî tê axaftin. Di dibistanek şevînî ya tirkan de em jî dizanin ku kurdî qedexe ye. Lê heke zarok di navbera xwe de bi kurdî biaxiviyana baştir dibû. Tenê em du caran zimanê kurdî dibînin di filmê de. Ya girîng Yûsûf bi dayika xwe re ji dizî ve di telefonê de bi kurdî diaxive. Lê di wê axaftinê de jî çewtiyek heye. Dayika Yûsûf di telefonê de ji kurê xwe re dibêje: ‘’ Kurê min dersên xwe zêdetir bixebite. Berê xwe û piştre jî me ji vê heyatê xilas bike.’’

Kî çi ji kuderê, çawa xilas dike ev mijar jî hewcedariya nîqasek din e. Di dîrokê de kurdan zarokên xwe ji bo xwendinê her dem radestî dewletê kiriye. Lê çi hatiye serê wan zarokan, çi zehmetî kişandine di wan dibistanên şevînî de em tê zanîn. Di filmê de kêm be jî ev tê nîşandan lê bi gotina xilas nabe. Şaşitiya li gorî min ev e.

Di filmê de mamosteyên dibistanê, ji ber zarokekê nexweş dikeve. Her kes hev sûcdar dikin û nîqaş li ser vê rewşê çêdibin. Lê mamoste dawiya dawî de dîsa sûcan di xwe de nabîne (derhêner jî nabîne). Yûsûf sûcdar derdikeve, cezayê li wî dibirin û porê wî rut dikin. Yanê zarokek ciwan û Yusuf ê kurd.

Derhêner û senarîst bixwe jî kurd in û dixwazim çend pirs ji wan bikim: Daxwaza xwendina zarokên me sûc e? Zimanê me sûc e? Hebûna me sûc e? Em li serê we bela ne? Temam em bibêjin li gorî wan em sûcdar in, lê ma pergala wan a perwerdehiyê pir pîr û pak e?

Sînemagerî, hunermendî karê cesaretê ye. Yilmaz Guney çawa wisa navdar e û em çima ji ber xebatên wî jê hez dikin? Di sala 1979’an de di filma ‘Rê’ de Kurdistan hatiye nivîsandin. Di 1984’an de di filma ‘Dûwar’ de zilma li ser girtiyan bê sansur tê nîşandan. Di pratîk û axaftinên xwe de bi neheqî û pergala zordariyê re şer dike. Di navberê de nîv dîl girtî derbas dibe lê me hêj jî xwe negihandiye cesareta Yilmaz Guney. Herî zêde jî ev cesareta Yilmaz Guney ji sînemagerên me re pêwîst e. Ji me hemûyan re…