27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di weşana zindî de gefa kuştinê

Bekir Atacan di weşana zindî de gefa kuştinê li Newaf Xelîl xwar.

Beriya 2 rojan televîzyona El Hadas a ku bi zimanê erebî weşanê dike mijara tevgerên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra)  ên dawî û derbasbûna wê ya Efrînê di bernameyekê de nirxand. Ji bo nirxandina vê mijarê jî 2 mêvan hebûn, yek serokê Navenda Lêkolînên Kurdî  Newaf Xelîl û yê din jî serokê Enstituya lêkolînan a Stenbolê  Bekîr Atacan bû.

Herdu mêvanên bernameyê nêrînên xwe der barê tevgerên Heyet Tehrîr El Şam û armanca vê tevgerê anîn ziman.  Newaf Xelîl behsa dîroka têkiliyên dewleta tirk a bi vê rêxistinê kir û got tevî ew di nava lîsteya rêxistinên terorê de ye lê hikûmeta tirk bi wan re di nava têkiliyê de ye û dixwaze wan ji bo armancên xwe bikar bîne.

Bekir Atacan ê ku qaşo serokê navendeke lêkolînên siyasî ye, wekî endamekî istixbaratê dest bi gefan kir û raste rast bi rengekî zindî li pêş çavê her kesî gefa kuştinê li Newaf Xelîl xwar. Atacan di gefa xwe ya ji Xelîl re wiha got: “Endamên me yên istixbaratê di nava hemû rêxistinan hene û haya wan ji her tiştî çêdibe, ew di nivîsgeha te de jî hene û kengî were xwestin dikarin her kesî tasfiye bikin.”

Bi vî rengî Atacan hem hişmendiya dewlet û istixbarata welatê xwe ya kuştina kurdan nîşan dide û di heman demê de jî hişmendiya xwe ya qirêj a parastina reşkujiyan nîşan dide.

Atacan zêde li Tirkiyeyê nayê naskirin lê ew endamekî partiya AKP’ê ye û ji ber bi zimanê erebî dizane wekî parêzvanê dewlet û partiya AKP’ê tev li bernameyên televîzyonên erebî dibe û nêrîna dewleta xwe tîne ziman.

Piştî gefa Atacan, Newaf Xelîl li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî daxuyaniyek da û bal kişand ser gefa Atacan. Newaf di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Îro dema ez tev li bernameyeke televîzyona El Hadas bûm û min behsa tevgerên terorîst ên Heyet Tehrîr El Şam kir, Bekîr Atacan gefa kuştina bi riya istixbarata Tirkiyeyê li min xwar. Lewre min jî xwest ku vê agahiyê bi çapemenî û raya giştî re parve bikim û ji wan re bêjim ev kesê ku xwe wekî serokê navendeke lêkolînan û medyager tev li televizyonên erebî û cîhanî dibe di weşana zindî de bi navê istixbarata welatê xwe çawa gefa kuştinê li mirovan dike.”

Ev yek zelal nîşan dide ku dema di mijarekê de li wan teng dibe û nema dikarin bersiva xwe bidin serî li gef û kuştinê didin. Bi rastî jî ew di rêbazên kuştin û reşkujiyan de gelekî jêhatî de û dîroka wan di vî warî de gelekî zengîn û tê tijî ye.

Ji Mûsa Anter heta bi Sakine Cansiz û Leyla Şaylemez, ji Sêvê Demir heta Hevrîn Xelef ji Ûsivê Gulo heta Nagîhan Akarsel û bi hezarên mînakên din. Ma ev tev ne encama vê hişmendiya bêzar a reşkujiyê ne.

Mixabin  ji ber yek ji van reşkujî, suîkast û qetilkirinan hesab ji wan nehatiye xwestin lewre êdî ew aşkera di bernameyên zindî de jî mafê gefxwarina kuştinê ji xwe re wekî tiştekî rewa dibînin.

Hêjayî gotinê ye li hemberî vê gefa ku li dijî Newaf Xelîl hate kirin li ser medya dijîtal bertekeke mezin ji alî nivîskar, medyager, rojnamevan û siyasetmedaran li dijî wê hişmendî û gefa kuştinê derketin û  piştgiriyeke mezin a ku veguherî wekî kampanyekê bi rêzdar Newaf Xelîl re berdewam dike.

Lewre divê her kes û bi taybetî sazî û dezgehên çapemeniyê rê nedin kesên xwedî vê hişmendiyê ku di weşanên zindî de jehra nijadperestiya xwe di nav raya giştî de belav bikin.