10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KONGRA-GEL li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî banga serhildanê kir

KONGRA-GEL, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî yên li djî gerîllayên HPG’ê daxuyaniyek da û bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikeve nav liv û tevgerê û di asta herî bilind de bertek nîşan bidin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî yên li djî gerîllayên HPG’ê daxuyaniyek da. KONGRA-GEL, diaxuyaniya xwe de êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî şermezar kir û diyar kir ku dewleta tirk ku bi şerê teknîkê li dijî gerîlayên azadiyê bi ser nakeve, konsepta wê ya şer a li dijî berxwedana gerîla bêencam maye û ji ber vê ji bo bikaribe encamê werbigire bi her cûreyî sûcên şer dike.

Di berdewama daxuyaniya xwe de KONGRA-GEL ev tişt gotin:

“Dewleta Tirk çekên kîmyewî û her cûr gazên bi jehr li hemberî gerîla bi kar tîne. Dîmenê du gerîlayên ku ji ber gazên bi jehr bi jehrê ketin, di çapemeniyê de hate weşandin. Ya ku di dîmen de hate dîtin terora dewletê ye, polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî yên li hemberî terora dewleta Tirk bêdeng in bikevin nava liv û tevgerê, ji van dîmenan xurtir ti delîl nîne.

Ev dîmen bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) OPCW û raya giştî dike ku bi erka xwe rabin. Li gel van hemûyan eger hîn jî NY, OPCW û saziyên din ên pêwendîdar nekevin nava liv û tevgerê, hingî ev saziyên navborî hevparê yekser ê vî sûcê şer in.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin;

Ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî yên li hemberî terora dewleta Tirk bêdeng in bikevin nava liv û tevgerê, em rabin ser piyan, seferber bibin. Divê her kes zanibe ku gotin êdî bêwate bûye. Piştî van dîmenan gotineke bê gotin nîne, em ê bi pratîka xwe bersivê bidin. Divê em hêrsa xwe bi çalakiyên xwe di asta herî bilind de nîşan bidin, di vê demê de divê gelê me li ser piyan be.

Bi jehrkirina gerîla bi jehrkirina gelê Kurd e, tunekirina gelê Kurd e. Li hemberî dewleta Tirk a ku sûcê şer dike, bêdeng nemînin. Bêdengî mirin e, qebûlkirina şirîkatiya vî sûcê şer e. Raya giştî û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”