27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY’yê derbarê girtina xwepêşandêrên Îranê de daxuyanî da 

NY: "Tundiya hêzên ewlehiyê yên Îranê li dijî xwepêşandêran û raporên girtin, kuştin û binçavkirina zarokan bi awayekî keyfî cihê fikara ne."

Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasani bang li rayedarên Îranê kir ku “bikaranîna hêzên nehevseng li dijî xwepêşanderan rawestînin û daxwaza serbestberdana xwepêşandêrên ku bi awayekî keyfî hatine girtin, kir.

Ravîna Şemdasanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Tundiya hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser xwepêşandêran û raporên girtin, kuştin û binçavkirina zarokan bi awayekî keyfî cihê metirsî û fikara ne.”

Duh jî Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî got ku hemû binpêkirinên cidî yên mafên zarokan li Îranê divê ji aliyê dezgehên şareza, serbixwe û bêalî ve werin lêkolînkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di xwepêşandanên dawî yên aştiyane de herî kêm 23 zarok ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine kuştin, bi sedan birîndar hene û işkence li girtiyan tê kirin.

Hêjayî gotinê ye Çirûska serhildana gelê Îranê ya piştî kuştina Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû bi reng û şêweyên cuda berdewam dike. Tevî destwerdanên tund, girtin û kuştinên ku ji alî hêzên ewlekariya Îranê ve tên kirin, xwepêşandan û nerazîbûn berdewam dike.