spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin, Civak û Sîma Semend

Rola wêjeyê di pêşketina civakê da girîng e. Bi taybetî jî rola nivîskarên jin zêdetir e. Em ê hewl bidin ku di vê nivîsa xwe da çîroknûs, filolog û redaktora radyoya Erîwanê Sîma Semend (1933-2008/1935-2009) bi xwendekarên xwe bidin nasîn û pirtûka çîrokên wê ya bi navê “Xezal”ê binirxînin.

Wek li jorê jî hûn dibînin derbarê ji dayîkbûn û koça dawî ya Sîma Semend da jî wek taybetîyek hemû kurdan agahîyên cuda hene. (1933-2008 agahîya ku/wikipedia û 1935-2009 jî ya GAVÊN ÇALEPÛKA ye) Di roja me ya îro da jî ji ber ku kurd ne xwedî dewlet in, em heman tişt dijîn.

Li gorî agahîyên ku Ayşe Irmak, xwendekara Zanîngeha Çewlîgê, di malpera bi navê Gavên Çalepûka (2019) da, di gotarek bi sernavê “Nirxandinek li ser Kurteçîroka Xezalê”da, daye, li gundê Sengerê yê bi ser bajarokê Axbaranê (Ermenîstan), di sala 1935an da hatîye dunyayê. Li gundê xwe dibistana seretayî, li Axbaranê dibistana navîn û li Zanîngeha Erîwanê, fakulteya fîlolojîyê xwendîye. Çend salan li beşa fîlolojîyê xebitîye lê bi piranî xebata xwe (35-40 sal) di radyoya Erîwanê da, wek redaktora beşa edebiyat û hunerê, kiriye. Bi tevî ku mafên demokratik yên netewî û azadîya netewî ya berfireh (wek Kurdistana Sor) bo neteweya kurd tuneye jî lê Dewleta Ermenistanê hin mafên biçûk wek xwendina bi zimanê kurdî bo zarokên kurdan, bi taybetî kurdên Êzîdî wek malbata Sîma Semend, piştgirî kiriye. Sîma Semend jî wek nivîskarek jin ji vê derfetê sûd wergirtîye. Meriv kare bibêje ku wê di nava jinên kurd ên pêşîn ku berhemên edebî nivîsîne da, cih girtîye. Bi wan derfetan ve him Kurd pêş ketin him jî di nav xebatên xwe da propagandaya Sovyetan kêm nedikirin.

Ji derveyê pirtûka çîrokan a bi navê “Xezal”ê ku mijara nirxandina me ye, Eskerê Boyik di berhema xwe ya bi navê “Çanda Kurdên Sovêtê” ku di nav Weşanên Dengê da derçûye wiha dinivîse: “ (…) du çîrokên wê yên din bi navê ‘Gundê me’, ‘Temya Esker’ hene û du berhevokên bi navê ‘Du Şayî’ û ‘Guman’ jî hene.” (Boyik, 2012:348-349) Lê ji ber ku bi tîpên latînî hîn nehatine çapkirin, tu agahî di destê me da tune ye. Em hêvî dikin ku Weşanxaneya Avestayê wek çawa pirtûka çîrokan “Xezal”ê çapkır, wan jî çap bike. Li gorî ku Ayşe Irmak di gotara li ser çîroka “Xezal”ê da vediguhêze, İbrahim Seydo Aydogan, di berhevoka bi navê “Kurdî û Edebîyata Kurdî”yê da bi ser navê “Jina Kurd di Metbexa Ziman û Wêjeyê da” wiha dinivîse:

“Di nav Kafkasan da dengek radibe ev deng, dengê jina kurd Sîma Semend e. Sîma Semend di heyama xwe da yanî salên şêstî da ‘Edebîyat tenê karê mêran e.’ li hemberê vê nêrînê bi nasnameya xwe ya jinanî di bin desthilatdariya mêran da derdixe û di nav civakî da vê fikrê hildiweşîne.” (Aydoğan, 2012:330) “Jin di Edebîyata Kurdan da zêde dernediketin pêş me. Zêdetir ev maf ketibû deste mêran. Jin tenê berhemên nivîskarê mêran da an bi sembola evînî an jî sembola namûs hwd. dihate dîtin. Herwiha jin di jiyana civaki da her dem rola xwe ya jinanî ve dihate dûrxistin. Ev mafên ku hat dayînê ve jin ji her alîyê ve (sîyasî, edebî, çandî, civakî) pêş ketin.” (Irmak, 2019:2)

Songul Keskîn jî bi sernavê “Lênêrînek li Çîroka Xezala Sîma Semend: Li Gel Şoreşa Sovyetê Pirsgirêka Jinê” nivîsîye û di kovara  Wêje û Rexneyê da, di hejmara 9/10an da hatîye çapkirin. Li ser mijarê wiha dinivîse: “Di nav ‘YKSS (Yekîtîya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê) da kurdan herî zêde xwe li Ermenîstanê girtibûn. Ji bo pêşketinên ji alîyê çandî, perwerdehî ve li wirê Ermenîyan piştgirî û derfet dane kurdan. Lewma jî herî zede kurdên li Ermenîstanê ji alîyê wêje, radyo, perwerdehî, filolojî, şano û hwd ve bi pêş ketin” (Keskin, 2017:165).

Pirtûka çîrokan a bi navê “Xezal”ê, ji sê çîrokan pêk hatîye. Çîroka yekem (Xezal), navê xwe ji lehenga çîrokê girtîye û bûye navê pirtûkê. Di çîrokê da Xezal û Karê du keçen hevalê kar û xwendinê ne. Xezal keçek serkeftîye, lê Karê di daxwaza xwendina zanîngehê da nikare bavê xwe îqna bike. Ev rewşa wan di serê çîrokê da tê peşkeş kirin. Di vê destpêkê da Xezal dixwaze piştgirîya hevala xwe bike, dibêje bavê min jî nedixwest ez xwendina xwe bidomînim, lê min û dîya xwe jê ra pir lavayî kir û wî destûr da min; ez ê bêm mala we em ê bi hev ra ji bavê te ra lavayî bikin. Bavê Karê, dema tê mala xwe, dibine ku keça wî bi girîn daxwaza xwe ya xwendinê bi dîya xwe û Xezalê ra parve dike, li hember daxwaza wan bi hêrs dike irrînek wisa ku meriv dibê qey dê perçeperçe bibe, wiha dibêje:

“Qancix, ma bes nîne, tu min bêrûmet dikî? Tu heta koma(pol) dehan çûyî, te kuta kir êdî bes e! Ez nahêlim tu herî xwendinê, ew jî li Êrêvanê û bi tenê di nav mêran da… Haho… ma qey min serê xwe danîye, ez di bin ax berên sar da me, erê? Kîjan qîz ku dixwaze bi tenê here bixwîne û li Rewanê, bê xwedî ye. Lê ez Biroyê Şemo me, sax im, na, nemirî me, ez nahêlim qîza min tenê here ciyênê dûr. Na, qurba, ev yek nabe. Xezalê di kur ra ev yek bihîst?”

Xezalê kelogirî bû û ji bavê Karê gazinc kir. Karê teselî kir derket çû. Piştî vê bûyerê em dibinin ku Xezal bi rêk û pêk amadekarîya karkirina beşa tibê/bijîşkîyê dike. Bi ser jî dikeve. Dibe bijîşk tê li gundê xwe kar dike. Di dema ku di kolhozê da dixebitin xortekî gundê wan bi navê Qaçax dixwaze pê ra bizewice, lê Xezal vê rewşê napejirîne. Dema zanîngehê dixwîne ew û Ahmo dibin evîndarê hev û dizewicin. Ev helwesta nivîskar wek piştgirî û bijarteyek bo qencîya xwendinê dikare bê dîtin.

Çîroka duyem a pirtûkê bi navê “Reva Rihanê” ye. Li ser vê çîrokê, du xwendekarên zanîngeha Çewlîgê, Mizgin Kulata û Îlhan Geylanî bi sernavê “Li Dijî Serdestîyê Serhildanek di Kurteçîroka ‘Reva Rihanê’ da” nivîsîne. Ji ber ku derfeta me ya dirêj nivîsandinê tuneye em ê kurt bibirin weka ku nivîskara me Sîma Semend jî çîroka sêyem a bi navê “Mizgîn”ê kurt biriye.