17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ukrayna: Me 223 balafirên bêmirov xistin

Artêşa Ukraynayê yekemîn balafira bê mirov a malê Îranê di 13’ê îlonê de li bajarê Kobyanskê anîn xwarê. Balafira Îranê ya ku anîne xwarê ji modela Şahed 136 bû.

Welatên Rojava haziriya hin ambargoyan li dijî Îranê dikin ji ber firotina wê ya balafirên bê Mirov bo Rûsyayê. Her wiha Ukraynayê da xuyakirin ku heta niha wan 223 balafirên bêmirov xistine xwarê.

Li gorî agahiyên ku artêşa Ukraynayê li ser hesabê xwe yê Telegramê weşandiye, yekemîn balafira bê mirov a malê Îranê di 13’ê îlonê de li bajarê Kobyanskê anîne xwarê.

Her wiha li gorî agahiyên ajansa France Press’ê  balafira ku artêşa Ukraynayê anîbûn xwarê ji modela Şahid 136 bû.

Ji aliyekî din ve piştî ku rayedarên Rûsyayê dan xuyakirin ku wan tu balafirên Îranê bikar neanîne, rayedarêçn Ukraynayê delîlên pêbawer ên bikaranîna balafirên Îranê  ji Neteweyên Yekbûyî re şandine ku piştrast dikin Tehranê  ew balafirên bêpîlot  pêşkêşî hêzên rûsî kiriye.