21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê banga şikandina bêdengiyê kirin

KCD, TJA, DBP, HDP û KKP’ê li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk banga çalakiyan kirin û ev tişt gotin: “Wê hesabê van dîmenan were pirsîn. Kesên bêdeng dimînin şirîkên sûc in.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ku dîmenên wê hatibûn parvekirin, daxuyanî dan.  Daxuyanî li Buroya Şêwirînê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê hate dayîn û nûnerên partiyên siyasî axivîn.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Ev şer, di sala 2015’an de bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re dest pê kir. Desthilata AKP-MHP’ê konsepta xwe ya şer hêj kûrtir kir. Ev desthilat, sûcên li dijî mirovahiyê dike. Hemû çekên qedexekirî û çekên kîmyewî li Kurdistanê bi kar tîne. Dewletên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin van çekan didin Tirkiyeyê.”

Qedexe yê lê…

Di berdewamê de Ozturk da zanîn ku NY’yê di sala 1925’an de bi Peymana Cenevreyê re bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kiriye û wiha pê de çû: “Weke sûcekî li dijî mirovahiyê qebûl kir. Gelek caran bangawazî hatin kirin lê di serî de NY, tu sazî neketin nava hewldanan û xwe li bêdengiyê danîn. Êdî raya giştî vî sûcê li dijî mirovahiyê bi dîmenan dibîne. Bêdengiya parastvanên mafên mirovan, cesaretê dide Tirkiyeyê. Banga me ji bo kesên demokrasî û azadiyê diparêzin ev e; rûmeta mirovahiyê li Kurdistanê tê binpêkirin. Em nikarin bi bêdengiya xwe xwedî li rûmeta mirovahiyê, demokrasî û azadiyê derbikevin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê em li her qadê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.  Divê ev bertek bi daxuyaniyan bi sînor nemînin û tu kes bêdeng nemîne. Nexwe bi vî rengî em jî dibin şirîkên vî sûcî. Li hêla din hewce ye ku hikûmeta Iraqê li dijî dagirkerî û bi kar anîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê gavan biavêje.”

Ozturk, bang li parastvanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê kir û ev tişt got: “Divê êdî hemû kes bikevin nava liv û tevgerê. Gelê kurd li Rojava mirovahî parast, rûmeta mirovahiyê parast û bi ser ket. Mirovahî, deyndarê kurdan e û ji bo ku vî deynê xwe bide jî hewce ye dengê xwe derxîne. Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê ji îro ve bikeve nava liv û tevgerê. Divê li dijî kesên kurdan weke laboratuarekê dibînin bikeve nava liv û tevgerê. Sedem jî Helebçe pêk anî. Heke wê rojê bertek bihatina nîşandan, Tirkiyeyê dê îro ev cesaret nekira. Ji ewil jî divê gelê me yê başûrê Kurdistanê li dijî van êrişan dengê xwe derxîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê li dijî êrişên ser Kurdistanê bêdeng nemînin. Dê desthilata AKP-MHP’ê teqez hesaba van sûcên şer bide.”

Divê kes bêdeng nemîne

Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn jî bal kişand ser ‘Plana Çokdanînê’ ya ku AKP’ê di 30’ê cotmeha 2014’an de di Desteya Ewlekariya Millî de biryara wê stendibû û wiha axivî: “Dewletê bi kûrkirina tecrîda li Îmraliyê konsepta şer xistiye dewrê û dema ku li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn ev jî parçeyekî vî şerî ye. Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin. Divê raya giştî ya dinyayê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemîne. Dema mirov li bîlançoyan dinihêre dibîne ku di 6 mehan de 3 hezar caran êrîşên kîmyewî hatine kirin. Divê tu kes li hemberî vê qetlîam û sûcê mirovahiyê bêdeng nemîne.

Çîftyurek: Sed salên li dijî kurdan bi kar tînin

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî diyar kir Tirkiye li dijî kurdan 100 sal in çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Demeke dirêj e li başûrê Kurdistanê şerekî bêyî nîzam û qanûnî tê kirin. Em vî şerî şermezar dikin. Tirkiye sed sal in van çekên qedexe bi kar tîne, Seddam jî bi kar anî lê ew ê nikaribin pêşiya têkoşîna azadiyê bigirin.”

‘PDK û Malbata Barzanî şirîkên vî sûcî ne’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir heyeta bijîşkên neteweyî ji bo pêşîlêgirtina şerê nukleer raporek amade kiriye û ev tişt anîn ziman: “Di vê raporê de tê diyarkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Bi piştgiriya NATO’yê, bi bêdengiya dewletên navneteweyî û bi sersariya kesên ji bo mafên mirovan têdikoşin, ev sûc tê kirin. Kesên bêdeng dimînin şirîkên vî sûcî ne. PDK û malbata Barzanî destûrê nade ku heyet biçin başûrê Kurdistanê, maskeyên li dijî çekên kîmyewî desteser kirin û axa başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta tirk re vekirine û rê li ber vî tiştî vekirine ku li başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hebin. PDK û malbata Barzanî şirîkên vî sûcî ne.

Wê gel hesab bipirse

Wekî ku tê zanîn wê Erdogan di 23’ê Cotmehê de were Amedê. Erdogan ê ku sûcê şer dike bi kîjan rûyî wê were Amedê? Em naxwazin Erdogan were Kurdistan û Amedê. Wê ev gel xwedî li zarokên xwe derkeve. Ev gel li ser mîrateya têkoşîna 50 salan wê dev ji azadiya xwe bernede. Wê gel hesabê van tiştan bipirse û xwedî li azadiya xwe derkeve.”