27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP sûcên hiqûqî yên JÎTEM’ê ji holê radike

AKP ji bo sûcên hovîtiyê û dermirovahî yên JÎTEM û saziyên wekî wê ji nav bîra civakî derxe, mekanîzmaya darazê wekî amûrekê bi kar tîne û pêvajoyên hiqûqî ji holê radike.

AKP di bin navê ‘Gavavêtinên demokratîk’ de li ser êşên ku li Kurdistanê hatine jiyandin, îdîa dike ku ew tevî koalîsyona şer a salên 90’an têkoşîna desthilatdariyê dimeşîne û bi vî awayî gel dixapîne, hemû sûcên ku JÎTEM û saziyên wekî wê kirine, di bin navê hiqûqê de şûşt. AKP ya ku mekanîzmaya xwe ya kûr ava kir û bi JÎTEM û saziyên wekî wê li hev kir, cînayetên kujerên wan nediyar dema hatin darizandin, li ser navê demborînê, asteng kir ku bila di warê hiqûqî de ev doz bi encam nebin.

Di vê dosyayê de em ê hinek mînakên kuştinên bêyî darizandinê û qetlîamên komî yên ku bi destê JÎTEM’ê hatine kirin, mînakan bidin û hewl bidin bîra civakê nû bikin û rastiya JÎTEM’ê bi bîr bixînin.

Bi OHAL’ê re hovîtî hate mîsogerkirin

Pevçûnên ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi çalakiyên çekdarên PKK’ê yên li Erûh û Şemzînanê dest pê kir, li tevahiya Kurdistanê belav bû. Dewleta tirk a ku însiyatîfa li hemberî hêzên gerîla winda kir, di sala 1987’an de bi Rewşa Awarte re li Kurdistanê qanûna şer a taybet îlan kir. Bi salên 1990’an re li Kurdistanê meşên girseyî û daxwazên mafên civakî geş bûn. Dewletê êrîşî maf û daxwazên qanûnî yên civakê kir û hiqûqa Rewşa Awarte ya ku mirovan dikuje, winda dike û tune dike, xist dewreyê. Bi qanûna Rewşa Awarte re, JÎTEM û saziyên sûc ên wekî wê, li navendên bajaran mirovên sivîl kirin hedef û serdemeke nû ya tarî dest pê kir. Her sivîlên ku li ber xwe dan, hevkarî red kirin û bi guman wekî wekî dijmin hatin dîtin û bi êşkence, girtin û kuştinê hatin cezakirin. Bajar û gund hatin şewitandin, malbat bi girseyî hatin qetilkirin û kesên hatine kuştin di medyaya serdest de wê wekî terorîst bihatina diyarkirin. Bi hezaran sivîlên hatin qetilkirin wê wekî cînayetên kujerên wan nediyar bihatina aşkerakirin. Lê tiştekî bi navê cînayetên kujerên wan nediyar tune bû. Dewletê biryar dida, hêzên dewletê mirov dikuştin, warên mirovan hildiweşandin û mirov sirgun dikirin. Di raya giştî de cînayetên li Kurdistanê nedihatin dîtin û ev jî dihat wateya ku JÎTEM dikare qetlîamên mezintir bike.  Hovîtiya li Kurdistanê wê di çapemeniya serdest de bihate berevajîkirin. Di quncikên tarî yên dewletê de ji nû ve bihatina teşegirtin û wisa pêşkêşî gel bihata kirin. Kuştin, hilweşandin û windahiyên li Kurdistanê wê di bin mîsogeriya hiqûqa Rewşa Awarte û dewletê de, di jiyana rojane de bikirina tiştekî normal.

Çîrokên malbat û sivîlên ku ji aliyê JÎTEM û saziyên wekî wê hatine qetilkirin;

Çîroka malbata Tatû

Di 17’ê cotmeha 1994’an de Sadî Tatûyê 61 salî ku li gundê Zirkêt ê navçeya Mûşê Has Koyê dijî, bi hevjîna xwe Gulnaz Tatû ya 59 salî û bi xizma xwe Kadriye Tatû ya 57 salî ji bo dotina pez diçin zozanan. Dema Sadî Tatû û 3 kes venagerin, malbat dikevin nav fikaran. Bi riya muxtarê gund serî li Fermandariya Jendirmeyan a Gundê Hasê didin. Serbazê bi navê Nurullah dibêje ku ew herêm herêma operasyonê ye û ew ê neçin wir. Malbata Tatû ku di roja duyemîn a bûyerê de careke din diçin qereqolê lê destvala vedigerin. Ji ber vê malbat dest bi lêgerîna xizmên xwe dikin. Kurê Sadî Tatû, Ferzendeyê 26 salî, hevjînê Kadriye Tatû Halîl Tatû (59) û kurê Sadî Tatû yê 30 salî Enver Tatû ji bo li malbata xwe bigerin diçin zozanan. Ev kesên ku diçin zozanan , careke din tu agahî ji wan nayê stendin. Malbat dîsa ji neçarî serî li qereqolê dide. Lê qereqol diyar dike ji ber sedemên ewlehiyê ew ê neçin wir. Malbat serî li her derê didin û li benda bersivekê dimînin. Di roja 10’emîn a bûyerê de fermandarê qereqolê Nurullah tê gund û diyar dike malbata Tatû ji aliyê PKK’ê ve li Çiyayê Çiringêzê hatine kuştin. Lê destûr nayê dayîn ku tu kesên ji gund biçin cenazeyê kesên hatine kuştin, werbigirin.

Ji bo cerdevaniyê ji heman malbatê 6 kes kuştin

Ahmet Muslum (Tatû) Sadioglûyê ku di roja 20’emîn a bûyerê de ji leşkeriya mecbûrî hat betlaneyê, dema ku li aqûbeta malbata xwe dipirse, tê binçavkirin û îşkence lê tê kirin. Fermandarê qereqolê Nurullah jê re dibêje ‘Ji hemû gundiyan re bibêje, yan ew ê bibin cerdevan an jî wê aqûbeta hemûyan wisa be’ û bi devkî li xwe mikur tê ku wan 6 kes kuştine. Malbat serî li hemû saziyên fermî navçeyên Mûş û Bedlîsê didin lê tu encamekê bi dest naxin. Malbata Tatû neçar dimîne koçî Bursayê dike.

Sadîoglû bi salan ji bo aqûbeta malbata xwe hîn bibe têdikoşe û 10 sal şûnde ev bûyer bi awayekî fermî dikeve qeydan. Hemû saziyên fermî yên li Mûş û Bedlîsê dibêjin ‘Bûyereke wisa nehatiye jiyandin’. Di sala 2004’an de muxtarên 13 gundan daxuyaniyeke fermî didin û li Serdozgeriya Komarê ya Mûşê de lêpirsîn tê vekirin.

Kirin endamên PKK’ê

Fermandariya Giştî ya Jendirmeyan û Walîtiya Mûşê, di agahiyê de ya ku dane Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de, îdia kir ku malbatê alîkarî dida PKK’ê lê piştre jî îddîa dike ku PKK’ê malbat revandiye. Lê belê ev rûreşî bi dawî nabe. Walîtiya Mûşê di nivîseke din a sala 2005’an de îdîa dike ku malbat tev li PKK’ê bûye. Walî û Midûriyeta Giştî ya Jendirmeyan ji bo ku komkujiyên xwe veşêrin, îddîayên li dijî rîtma jiyanê dikin. Walîtî îdîa dike ku Sadî Tatû şivanê pezê PKK’ê ye û Kadriye Tatû jî ji PKK’ê re aşpêjiyê dike. Walîtî îdîa dike ku Enver Tatû jî di nav PKK’ê de bi awayekî çalak li ser peywira xwe ye. Walîtiya Mûşê di peyamên fermî de diyar kir ku Ferzende Kaya yê ku hatiye qetilkirin jî li Tirkiyeyê ye lê bi aqûbeta wî nizanin.

Di encama lêpirsînan de riyên hiqûqî yên navxweyî qediyan û doz birin ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Doza ku li daîreya duyemîn a DMME’yê ye, hê nehatiye çareserkirin.

Çîroka pitika 8 rojî û malbata wî

Di 12’ê çileya 1993’yan de li mezrikê Kolgezer ê gundê Guçlu yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê hevjîn û 5 zarokên Elgun bi çekan hatin qetilkirin. Zarokê wî yê nû yê 8 rojî Murat ji dûmana çekan bandor bû û piştî 2 rojan jiyana xwe ji dest da. Şevê di derdora seat 20.00’an de bi wesayîtên leşkerî avêtin ser gund. Endamên JÎTEM’ê yên bi ser gund de girtin, dora mala Davut Elgun girtin. 4 kes bi çekên lûle dirêj di destên wan de dikevin hewşa malê û hemû malbatê gulebaran dikin. Nezîrê 8 salî, Lokmanê 21 salî, Hacera 4 salî, Hidir ê 20 salî û dayika wan Nesîbeya 42 salî bi çekên lûledirêj hatin qetilkirin. Pitika 8 rojî piştî du rojan, ji ber ji dûmana çekan bandor bû jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din bûkên Elgûn, Hediye û Azîze di dema serdegirtinê de xwe li embarê vedişêrin û rizgar dibin. Ji ber tehdîdên serbazê bi navê Aydin ku li Cizîrê dixebitî, malbatê doz venekir. Di encama însiyatîfa ÎHD’ê de 5 roj beriya demboriyê di sala 2010’an de doz tê vekirin.

FERMANDAREK KOMKUJIYÊ ÎTÎRAF DIKE

Serdar Aydin ku wê demê li Cizîrê kar dikir ev komkujî organîze kir. Davut Elgûnê ku malbata wî hat qetilkirin, diyar kir ku piştî bûyerê çend roj şûnde Serdar Aydin û fermandarek hatine gund û got, “Ez çûm cem wan. Min got te çima zarokên min kuştin? Ji min re got kurê te roket avêt panzêra me. Lê kurê min wê demê di Girtîgeha Amedê de bû. Paşê fermandar berê xwe da min û got, yên me bi xeletî zarokên te gulebaran kirine.”

ÇÎROKA WINDABÛNA KESEKÎ KU HER ROJ XWARIN JÊ RE DIBIRIN QEREQOLÊ

Di 14’ê Tîrmeha 1993’yan de Aydin Ay êvarê dema diçû dikana taxê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Ji aliyê polîsên bi cilên sivîl ve bi zorê dixin wesayîtê. Malbata wî serî li Midûriyeta Polîsan a Êlihê dide. Birayê wî Nîzamettîn Ay, anî ziman ku birayê wî destgîrkirîbû û wiha got: “Ji bo birayê xwe 14 roj in, me her roj xwarin dibirin midûriyeta polîsan. Bi awayekî fermî ji me re hatibû ragihandin ku ew destgîr kiriye. Ji me re gotin ku ew ê berdin. Di roja 15’yan de dema me xwarin dibir gotin ku ew ê xwarinê negirin. Me got birayê min li vir girtî ye. Lê wan got ku ew qet nehatiye emniyetê. Me careke din agahî negirt. Cihê ku me negeriya, me serlêdan nekir nema, saziyek fermî nemaye. Me careke din agahî negirt.”

Ji ber demborinê tû encamek hiqûqî nayê girtin.

Çîroka Hasanê ku bi saxî hate şewitandin

Di 7’ê tîrmeha 1995’an de tîmên taybet avêtin ser gundê Kaladîbek Horsela (Başak) navçeya Haniya Amedê. Gundî bi saetan tên îşkencekirin. Leşkerên ku Hasan Yananê 35 salî bixwe re birin, li ketina gund bi darekê ve girê dan û li ber çavên gundiyan şewitandin. Nahêlin gundî mudaxele bikin. Jinên ku mudaxele dikin gule li wan tê reşandin. Husniye Horan û Fahriye Kiliç birîndar dibin. Endamên JÎTEM’ê yên ku Hasan Yanan bi saxî şewitandin, ji gundiyan re dibêjin ku bibêjin PKK’ê ew şewitandiye. Û bi mirinê tên tehdit kirin. Piştî ku gundiyan cenaze li gorî wecîbeyên olî defin kirin, endamên JÎTEM’ê vegeriyan gund û bi topên tankan gund şewitandin. Hemû malên gund bi topên tankan şewitandin.

Çîroka Îzzet Tûgal

Îzzet Tûgalê li Amedê dijî, di 17’ê mijdara 1995’an de tevî zarokên xwe yên 10 û 12 salî çû serdana malbata xwe ya li gundê Licê. Danê êvarê komek ji 5 kesan bi cil û bergên gerîlayan tên malê. Di destê wan de çeka kalaşnîkov û cihazê ragihandinê heye. Yên tên bi dayik, bav û du zarokên Tûgal re rûdinin, çayê vedixwin û bi malbatê re sohbetê dikin.

Ji Tûgala pirsa biraziyê wî Bahattîn Tûrfanê ku di sala 1991’ê de beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bû û ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin tê pirsîn. Tûgal li wir digirin û dibin. Ji diya wî re dibêjin em ê îfadeya wî bigirin û bînin. Bavê Îzzet Tûgal li pişt wan diçe û dibîne ku 2 maşînên zirxî û 2 pîkapên leşkerî di navbera gundê Çavundur û gundê Benê de sekinîne. Li kêleka van wesayîtan nêzî 10 leşkeran dibîne. Leşkerên ku kurê wî li wesayitê siwar kirin bi dûr ketin. Malbata ku careke din agahî ji zarokê xwe negirt, di 20’ê kanûnê de agahiya cenazeyê zarokê wan li derveyî gund hatiye dîtin girt. Malbata ku cenaze teşhîs kir diyar dike ku kurê wan bi îşkenceyê hatiye kuştin. Tûgal bi îşkenceyê tê qetilkirin. Leşker nahêlin cenaze bibin Amed û Licê. Sazî û dezgehên fermî bi tu awayî qebûl nakin ku Tûgal hatiye binçavkirin.

ANF-Îshak Dûrsûn