28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê 90 xwendekar û mamoste hatin jehrîkirin

Piştî Îranê, li Afganistanê jî 90 xwendekar û mamosteyên jin hatin jehrîkirin.

Li gorî daxuyaniya berpirsê ‘Rêveberiya Fêrkirinê ya Xwecih’ a Talîbanê, li Afganistanê li 3 dibistanên seretayî derdora 90 xwendekarên keç û mamosteyên jin hatin jehrîkirin.

Ji destpêka ku Talîbanê di tebaxa 2021’ê de desthilata Afganistanê bi dest xistiye, sûc û binpêkirinan li dijî jinan zêde bûne. Talîban zextan li jinan dike û mafên wan ên perwerde, kar û çûna deverên giştî binpê dike.

Li gorî medyaya Afganistanê, duh (4’ê Hezîranê) li Dibistana Fayîzabad a seretayî ya li herêma Kalan a parêzgeha Sancharak 14 xwendekarên keçîn hatin jehrîkirin.

Di 2 rojên derbasbûyî de jî, li 2 dibistanên keçan ên li herêma Kabdabê 75 xwendekar û 4 mamoste hatin jehrîkirin. Mamoste û xwendekarên hatin jehrîkirin birin navendên tenduristiyê yên li bajarên Sarpul û Sancharak.

Di van demên dawîn de li Îran û Afganistanê jehrîkirina keçan zêde bûye. Têkildarî bûyerên jehrîkirinê û sedemkarên wan de tu agahî nehatine parvekirin.