28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP û Hamas hevkarên hev ên îdeolojîk in

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Pirsgirêka netewe-dewletê ya li Rojhilata Navîn, tê wateya pirsgirêkeke tevlîheviya li ser çawaniya hevsengiya cudahiyên etnîkî, olî û çandî yên li herêmê. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan modela konfederalîzma demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo hatiye pêşxistin rêya herî baş e

Hamas ji aliyê gelek welatan ve weke rêxistineke terorîst tê naskirin. Armanca sereke ya vê rêxistinê nenaskirina Îsraîlê û li ser axa Filistînê avakirina dewleteke ereb e. Çavkaniya sereke ya nakokiyên di navbera Îsraîl û Hamasê de li ser gelek faktorên wek nakokiyên xwecihî, faktorên dîrokî û siyasî, cudahiyên olî û bîrdozî pêş dikeve. Lê, ji van hemûyan wêdetir, gelek xalên alozî hene ku dibin sedema mezinbûna nakokiyên di navbera aliyan de û ev jî pêşî li êrîşên Hamasê vedike. Êrîşên domdar ên Hamasê û herî dawî êrîşên 7’ê cotmehê rê dide ku Îsraîl jî hinceta ji bo êrîşên xwe yên li dijî gelê Filistîn ava bike. Bêguman di van êrîşan de mîna her carê dîsa yên herî zirarê dibînin û êşa herî mezin dikşîne gel bi xwe ye.

Pirsgirêka netewe-dewletê ya li Rojhilata Navîn, tê wateya pirsgirêkeke tevlîheviya li ser çawaniya hevsengiya cudahiyên etnîkî, olî û çandî yên li herêmê. Rojhilata Navîn di dirêjahiya dîrokê de di navbera komên etnîk û civakên olî yên cuda de xwedî cihêrengiyeke mezin e. Ev cihêrengî bi xetkirina sînoran, avakirina netewe-dewletan, modela rêvebiriyê, nûnertiya siyasî, mafên hemwelatîbûnê û mijarên din, rê li ber pirsgirêkên mezin vekir.

Pirengiya etnîk û olî:

Ji ber van pirsgirêkan di navbera pêkhateyên li herêmê herdem bi destê hêzên serdet herdem nakokî hatin avakirin. Pirengiya etnîkî û olî ya Rojhilata Navîn û karekterê wê civakbûnê bi tu awayî pergala netewe-dewleta bi tamamî qebûl nekir. Cihêrengiya pêkhateyên ereb, kurd, tirkmen, asûrî, misilmanên ne ereb, xiristiyan, cihû û gelek civakên din ên etnîkî û olî li herêmê nasnameya netewe-dewletan û têgînên wê yên welatîbûnê dikeve nava nakokiyan. Ji ber neçareserkirina van pirsgirêkan jî li herêmê herdem kaos û şer pêş ket.

Pirsgirêkên dîrokî:

Bûyerên dîrokî yên li herêmê di xêzkirina sînor û di hakîmiyeta li ser axê de herdem bûne sedema pirsgirêkan. Weke mînak, hilweşîna Împaratoriya Osmanî û li pey wê xêzkirina sînoran di navbera komên etnîkî de pirsgirêkên tevlihev derxist holê. Ji ber di xetkirina sînoran de gelek komên etnîk û ol tune hatin hesiban, hebûna wan kete bin xeteriye. Bi demê re weke gelê asûrî, suryanî, keldanî û hwd gelek kom jî ji nasnameya xwe dûrketin û hatin asîmîlekirin. Gelên ku li himberî vê asîmîlasyonê li ber xwe didin jî bi şer tên qirkirin û qetilkirin.

Daxwazên xweseriyê:

Li Rojhilata Navîn ji ber pirengiya komên etnîkî  gelek pêkhate daxwaza xweseriyê dikin. Hin ji wan jî li ber bayê netewe-dewlet ketine û ew jî daxwaza dewletbûnê dikin. Lê ji ber plan û projeyên li ser herêmê tên pêşxistin û bêîradeyiya rêveberiyên siyasî ev daxwazên gelen tu carê weke tê xwestin bi cîh nehatin. Ji ber krîzên netewe-dewlet li herêmê mudaxeleyên derve jî zêde bûne. Bi van mudaxeleyan re nakokî û aloziyên li herêmê jî girantir bûn. Di bingeha gelek nakokiyên Rojhilata Navîn de, wek pirsgirêka netewe-dewletê, nakokiya Îsraîl-Filistîn, pirsa kurd û şerê navxweyî yê Sûriyeyê û hwd hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî, ji her demê zêdetir pêwîstî bi rêbazên cûda heye.

Konfederalîzma Demokratîk 

Di halê heyî de ji bo çareseriya van pirsgirêkan modela konfederalîzma demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo hatiye pêşxistin rêya herî baş e. Pergala konfederalîzma demokratîk ji sînora wêdetir li gorî xweseriya etnîkî û olî civak bi xwe dikar xwe bi rê ve bibe. Dema mirov li pirengiya etnîkî û olî ya li Rojhilata Navîn dinêre rêya herî guncaw weke konfederalîzma demokratîk derdikeve pêş.

Rêber Apo di parêznameyên xwe yên ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê re nivîsandiye bi awayekî berfireh bahsa pergala modela konfederalîzma demokratîk dike. Rêber Apo vê pergalê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, weke alternatîfa netewe-dewlet pênase dike û dibêje; “Li Rojhilata Navîn pêşxistina teza modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst tezeke ku pêş bikeve. Şert û mercên dîrokî û civakî vî şansî zêde dike.

Di 200 salên dawî de netewe-dewlet bû sedema gelek krîzan. Ji ber di mijara çareserkirina pirsgirêkan de weke tê xwestin gav nayên avêtin krîz û kaos mezin dibin. Ev rewş hem krîza global giran dike û hem jî her tim aloziya kaotik zêde dike. Li hemberî van krîzan alternatîfa herî guncaw neteweya-demokratîk e.

Rêber Apo diyar dike ku tiştên li Rojhilata Navîn dibin, şerê 3’yemîn ê cîhanê ye û van analîzan pêş dixe. “Kes nikare  şerê 3’yemîn ê cîhanê înkar bike. Çarçove û dem li gorî du hebên ewil dirêj e. Li herêmê potansiyela xwe nûkirinê ya pergalê tune ye. Ya pêk tê rûxandin û belavbûn e.”

Eleqeya Hamasê bi îslamê re nîne

Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 21’ê çileya 2009’an de dibêje ku tu eleqeya Hamasê bi îslamiyetê re nîne û vê nirxandinê dike: “Şerê Hamasê tenê ji bo îktîdarê ye. Îslamê ji bo berjewendiyên îktîdara xwe bi kar tîne. Ez li vir pesnê Îsraîlê nadim. Jixwe her kes nirxandinên min ên têkildarî Îsraîlê û fikrên min dizane. Ji bo fêmkirina feraset û armancên van dibêjim. AKP jî wisa ye. Feraseta AKP’ê ya îslamê, feraseta îktîdar-îslamê ye. Tu eleqeya xwe bi îslama rasteqîn re nîne. Ev feraseta îslamiyetê piştre hate avakirin. Ji bo avakirina îqtîdara xwe, ji bo weke îktîdar bimînin îslamiyetê bi kar tînin. Ji bo hîn bêhtir pereyan qezenc bikin, ji bo hîn bêhtir li îktîdarê bimînin olê bi kar tînin. Feraseta Îranê ya îslamiyetê jî heman tişt e. Ji bo xurtkirina îktîdara xwe, ji bo li îktîdarê bimîniin îslamiyetê bi kar tînin.”

‘Dixwaze Hamasa xwe ava bike’

Rêber Apo di hevdîtina 1’ê mijdara 2010’an de bahsa têgeha AKP’ya Hamasê dike û van nirxandine dike. “AKP hewl dide Hamasa xwe ava bike. Heke rêxistinbûnên mîna Hamasê herêmê bi dest bixin, êdî ew bi xwe jî nikare kontrol bike. Ev kes ne tenê dê hewl bidin me tesfiye bikin, her wiha dibe ku tevahiya herêmê têxin bin kontrola xwe. Li Filistînê jî ev tişt kirin. Ma îktîdar çawa ji El Fetîhê standin? Ma we nedît bê ka vê zîhniyeta Hamasê li Filistînê çi kir? Di dema bidestxistina îktîdarê de mirov ji serê avahiyan avêtin xwarê. Dixwazin heman tiştî li herêmê jî dubare bikin. Tu eleqeya van bi olê re nîne.”

Ji ser çend roj berê şefê rejîma faşîst Erdogan di civîna koma partiya xwe de bi awayekî eşkere got ku ew Hemasê weke rêxistinek terorîst nabînin. Ev jî têkiliya îdeolojîk a di navbera AKP û Hamasê de aşkera dike. Nêzîkatiyên bi vê rengî nahêlin li herêmê çareseriya bingehîn pêş bikeve û kaos bi dawî be. Ji xwe deshilata AKP-MHP’ê bi siyaseta xwe ya şer di bin navê dijberiya li dijî gelê kurd şer pêş dixe û dibe sedema kaosan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Lîbya, Ermenistan û heta mirov dikare bêje li Ukrayna sedema ku îro şer giran dibe ev têgeha deshilata AKP-MHP’ê ya ku xwe li ser şer avakiriye heye.