28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî nexşerêya Rêber Abdullah Ocalan e

Konfederalîzma demokratîk ku Rêber Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan ku sed sal in di nav çirava şer a bêçareseriyê de ne, wiha dibêjê; “Ger sîstema konfedaralîzma demokratîk were bicihanîn, wê hemû netew bikaribin çarenûsa xwe diyar bikin."

Pirsgirêka di navbera Îsraîl û Filistînê de ku 75 sal in didome, encama pergala netewe-dewletê ye ku li Rojhilata Navîn bingeha hemû aloziyan e. Şerê ku di sala 1948’an bi damezirandina dewleta Îsraîlê re dest pê kir, di 7’ê cotmehê de bi êrîşa Hamasê re careke din gur bû û li gel wê bû sedema trajediyên mezin.

Di pêvajoyek wiha de ku li herêmê her ku diçe alozî, şer girantir dibe, neqşerêya çareseriyê ya neteweya-demokratîk, konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn ku paradigmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêşxistiye, dikarê ji pirsgirekên heyî re bibe rêya esasî ya çareseriyê.

Di nava konfederalîzma demokratîk de ku hemû netewe dikarin çarenûsa xwe destnîşan bikin û di nava aştiyê de bijîn, ji bo ku şer bi dawî bibin û çareserî pêşbikeve şêwaza herî maqûl a Rêber Abdullah Ocalan e, ku 25 sal in di hucreyek biçûk a yek kesî de tê girtin. Rêber Abdullah Ocalan li dijî şer û qeyranên ku pergala sermayedar li herêmê derxistiye, nexşe-rêya alternatîf; “konfederalîzma demokratîk”  pêşniyar kiriye û wek tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên bawerî, çînî, zayendî û komên etnîkî yên herêmê û pêkanîna aştî û aramiya li Rojhilata Navîn pênaseya wê kiriye.

Konfederalîzma demokratîk ku Rêber Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan ku sed sal in di nav çirava şer a bêçareseriyê de ne, wiha dibêjê; “Ger sîstema konfedaralîzma demokratîk were bicihanîn, wê hemû netew bikaribin çarenûsa xwe diyar bikin, bi hevre di nava aramiyê de rêxistina xwe bi rêk û pêk bikin.”

Mixabin tirsa pergalên desthilatdar ji ber vê çendê ye û nahêlin ku ev sîstem bikeve meriyete, zindî û xwe xurt bike. Ji mezinbûn û vesazkirina vê felsefê tirs heye. Pêşî li ber pêşketinên rêveçûna pergla demokratîk tê girtin; rê ji şer, qirkirin, talan-wêrankirin û diziyê re tê vekirin.  Pêwendiyên heyî yên di navbera civakê de, bi aqlê nijad-serweriya netewe-dewletê tê jehr kirin. Ji bo ku ev bendên li pêş demokrasiyê bên hilweşandin, divê ev bar tenê ji kurdan re neyê hiştin, pêwîste hemû neteweyên ku bîr û baweriya xwe bi paradigmaya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan anîne, li kêleka gelê kurd, bi ezmûna pêşengiya têkoşîna demokrasiyê xwedî erka pratîkirina wê bibin. Bila tu kes pêkanîna demokrasî û li hevkirina civakî, ji gelê kurd tenê nexwaze, ev peywîra wan hemû mirovên ku têkoşîna azadiyê didine.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku “Di netewe-parêziyê de hişmendiya tenê ‘ez mafdarim’ heye. Tunekirina hevdû heye. Weke mînak; a di pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de diqewime jî ev e. Her du alî jî dibêjin ‘Qudsê ne ya teye, lê ya min e.’ Lewma her tim şer hene. Ger rê li ber neteweperestiyê neyê girtin, rewşa li Qudsê diqewime dê sibe li Kerkûkê jî biqewime!”

Ev yek ji şêwazê şerê zihniyetê ye ku jêre şerê bîrdozî, fikrî jî tê gotin. Di serdema niha de êdî gelek cureyên şer hene ku di nav hev de tên meşandin. Pêşeka zihniyeta şerxwaz, xweza jî di nav de êrîş dibe ser hemû tiştî; mîsal, ji zindiyên xwezaya Kurdistanê re, “tilmiska” tirî jî nayê berdan ku mafê debara jiyanê jî ji lawirên vê xakê re, nehiştine!

Yek ji rêbazên şerê tê kirin jî bi karanîna medya dijîtal e ku bûye amûra manîplekirina mejiyê civakê. Şer êdî veguheziye ser qanalên medya dijîtal ku nema êdî qanûnên navneteweyî jî, pêşî lê digrin. Di her şereke ku diqewimê de, pêşiyê bedena jinê, li ser qanalên medya dijîtal li pêş raya giştî îfşa dikin… Tê zanin ku kontrola şerê medya dijîtal di xizmeta parastina berjewendiyên serdestan de ye, ku li gor ew dixwazin tê bi rêvebirin. Di şeran de tazîkirina bedena jinan politîk e, di encama plan-hevbeş kiryarên zihniyeta zayenparêziya hov a netewe-dewletê de pêk tê, ku di dîroka şerê azadiyê yê li Kurdistanê de, bi hezaran mînakên wê hene…

Şerê li Filistînê bi hemû dijwariya xwe dewam dike, di vî şerî de roj nîne ku bi sedan mirov jiyana xwe ji dest nedin. Ji bo rawestandina vî şerî heta niha tu niyeta baş a agirbestê pêk bîne, çênebûye. Rewşa Xezayê her ku diçe kembaxtir dibe.

Herwiha êrîşên ser rojavayê Kurdistanê bi dijwarî berdewam dikin. Heta ku gavên şenber ên ji bo erêkirina statûya rojavayê Kurdistanê neyên avêtin, dê dawî li aloziya şerê Sûriyeyê neyê. Di encama êrîşên heroj ên dewleta tirk de, li Rojava, hejmara rêze xirab-bajar û gundan zêde dibe…

Ji bo çareserkirina aloziyên herêmê, divê  qedexeya hevdîtinê ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werê rakirin û kilîda deriyê Îmraliyê bê şikandin. Ji bilî nerînên Ocalan ên rêya çareseriyê, plananên tu hêzên cîhanê, yên ji bo li hevkirina siyasî û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, ku pêşxistine li holê tuneye. Heta vê kêliyê jî, ji tu hêzan qala pêkanîna li hevkirina gavên pêşdebirina diyalogê çênebûye. Di rojeva wan de hizra çareseriyê tune ye. Her kesek ji bo serkeftina pêkanîna berjewendiyên xwe dixebite. Di navbera hêzên çekfiroş ên şerxwaz de, bazara firotina çekan heye. A ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd û filistînê xitimandiye, rikmaniya çek-firotinê ye; ku li bazara şerê cîhanê yê 3’êmîn de, pêşbaziya firotina çekan, bi rêya dîtbariya dika dîplomasiyê tê pêşkeş kirin. Serdanên dîplomatîk ên dewletan, ne ji bo rawestandina şeran e, ji bo firotina çekan tê kirin…

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de destnîşandike ku şer, encama zîhniyeta netewe-dewletê ye. Abdullah Ocalan, gelek caran diyar kiriye ku ev pirsgirêk bi pêşerêya pergala netewe-dewletê çareser nabe û dê şer kûrtir bibe. Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de dibêje ku bingeha hemû krîzên li Rojhilata Navîn pergala netewe- dewletê ye ku hewl didin kurdan jî di nava heman siyasetê de bixeniqînin, lê ew nayên vê lîstokê!

Weke ku Rêber Abdullah Ocalan jî dibêje, li şûna ku netewparêziyê bikin divê ji bo pêşketina demokrasiyê xizmet bê mezin kirin. Kar û xizmeta ku were kirin divê ji bo femkirina vê felsefeya nû ya Ocalan bê ku, di bin tecrîdê de, di şartên giran de neqşe-rêya wê daniye…

Dema ku sîstema konfederalîzma demokratîk were bicihanîn, wê deme dê hemû netew bikarin çarenûsa xwe destnîşan bikin, bi hevre di nava aştiyê de, heyîna hevûdin qebûl bikin. Madem her kesek çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn di neqşe-rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibîne, ê wê demê divê derfet ji Ocalan re bê avakirin ku aktîf beşdarî pêvajoyê bibe.  Ji vê boneyê pêwîste tecrîd bê rakirin, li gel hevdîtin pêk bên û ji hizra Rêber Ocalan û pêşniyazên wî sûd bê wergirt in…