28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran hempîşeyê xwe Kaya bi bîr anîn

Endam û rêveberên MKG û DFG’ê rojnameger Kadrî Kaya yê zêdeyî 20 salan di çapemeniya kurd de rojnamegerî kiribû û 6 sal berê jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî bi bîr anîn

Malbat, endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamayê (MKG) sazumankarê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Kadrî Kaya li ser gora wî ya Goristana Yenîkoyê bi bîr anîn. Di bîranînê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar kir ku Kadrî Kaya, ji bo çapemeniya azad pêşengeke bû û xebat û zanîna wî çapemeniya kurd mezin kir. Em tu carî hevalê xwe yê çapemeneya azad Kadrî Kaya, ji bîr nakin. Hevalên ku pê re xebitîne yên wî naskirine û yên hevaltiya wî kirin e ji xwe vê yekê tînin ziman. Em jî wek kes û sazî dezgehên çapemeniya azad valahiya mamoste Kadrî, dispêrin ruhê xwe. Em her sal tên li ser gora wî wî bi bîr tînin. Me xwest ku em îsal jî wî bi bîr bînin. Em dîsa jî heskirinên xwe yên ji bo wî tînin ziman. Mamoste Kadrî neferekî çapemeniya azad bû. Kedeka wî ya mezin a bi salan hebû. Xebat û zanîna ku dida meşandin, hebûna çapemeniya azad bi mezin dikir. Pêşxistina kurd di nava çapemeniya cîhanê de da naskirin. Tişta ku dikir jî hemû di rêbaza rêhevaltiyê de dida piştrastkirin.”

Em ê şopa wan bidomînin

Altan anî ziman ku têkoşîn û xebata ku Kadrî Kaya, daye meşandin îro hemû ji bo wan bûye mînak û wiha axivî: “Ji ber vê yekê em  dibêjin çapemeniya azad bi saya serê hevalên weke mamoste Kadrî û rêhevalên wî heta roja me ya îro hatiye. Hê jî ev keda wan a bi salan ji bo pêşerojê tê meşandin. Ev xebata wan rê li ber me vekir û em di wê rêyê de şopa wan biajon. Hebûna me jî ji bo vê yekê ye. Em tevahî hevalên xwe yên çapemeniya azad bi bîr tînin.”

Piştî axaftinê rojnamegeran qurnefîl danîn ser gora rojnamevan Kadrî Kaya û belav bûn.