13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê êrîşî otobûseke rêwiyan kir

Artêşa Îsraîlê ku li Xezayê operasyona bejahî dimeşîne, êrîşî otobuseke rêwiyan kir.

Artêşa Îsraîlê ku ji 7’ê cotmehê ve bi hinceta êrîşa Hamasê ya bi navê “Tofana Aqsayê” êrîşî xezayê dike, di çarçoveya operasyona xwe ya bejahî de li başûrê Xezeyê otobûseke rêwiyan hedef girt. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Wezareta Karên Hundir a Xezeyê, der barê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku Artêşa Îsraîlê li başûrê Xezeyê li ser kolana 10’an otobûseke rêwiyan bombebaran kiriye.

Her wiha Heyva Sor a Filistînê jî ragihand ku hêzên Îsraîlê xwestine ku Nexweşxaneya Qudsê ya li Xezeyê tavilê were valakirin. Heyva Sor a Filistînê, da zanîn ku artêşa Îsraîlê li nêzî nexweşxaneyê bi ser gelek deveran de girtiye.