3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alî Ocalan: Werin em bi hev re 4’ê Nîsanê pîroz bikin

Xwarziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Rêveberê HDP'ê yê Xelfetiyê Alî Ocalan, ji bo meşa Amarayê bang kir û ev tişt got: “Dewlet dixwaze bi tecrîdê û qedexeyan Ocalan bi gel bide jibîrkirin. Li dijî vê yekê em çi qas li birêz Ocalan û 4'ê Nîsanê xwedî derkevin em ê ewqas bikaribin tecrîdê û qedexeyan bişikînin."

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ji dayik bûye. Ji ber vê sedemê 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd û hezkiriyên Ocalan xwedî wateyeke mezin e û her sal di 4’ê Nîsanê de bi hezaran kes ber bi mala ku Ocalan lê ji dayik bûye ve dimeşin. Gundê Amarayê ku ji bo gelê kurd û dostên kurdan bûye weke zîyaretgah îsal jî li benda mevanên xwe ye. Piştî daxuyaniya 27’ê adarê ku ji aliyê  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TÛHAD FED) ve hat dayin, bernameyên 4’ê Nîsanê jî dest pê kirin.

Di çarçoveya bernameyan de dê heta 4’ê Nîsanê li her derî dar bên çandin û di 4’ê Nîsanê de jî bi dirûşmeya ‘Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve’ meşeke girseyî bê lidarxistin. Îsal jî di 4’ê Nîsanê de gelê kurd û dostên kurdan li dijî tecrîda girankirî bi daxwaza azadiya fizikî a Ocalan wê ber bi Amarayê ve bimeşin.

Xwarziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Rêvebererê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Xelfetiyê Alî Ocalan û Hevserokê Partiya Hêremên Demokratîk (DBP) a Xelfetiyê Bekîr Ozturk, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û ji bo beşdariya li meşa girseyî ya Amarayê bang kirin.

‘Em bi hev re pîroz bikin’

Alî Ocalan,  diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd xwedî wateyeke mezin e û wiha got: “Birêz Ocalan bi her awayî xwe bi gelê kurd da qebûlkirin. Niha em ber bi 4’ê Nîsanê ve diçin. Lê ji ber qedexeyan, hatina gel a gund rastî astengiyan tê. Em jî li dijî van qedexeyan dixwazin gel were gund. Xwedî li 4’ê Nîsanê derkeve û em bi hev re pîroz bikin. Berê gel bi girseyî dihatin Amarayê û me bi hev re 4’ê Nîsanê pîroz dikir. Em dixwazin em dîsa weke wan rojan bi coş 4’ê Nîsanê bi hev re pîroz bikin.”

‘Em bifikara in’

Ocalan, bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyeyê û bi bîr xist ku ji ber tecrîda girankirî zêdetirî 2 sal in tu agahî ji Ocalan negirtine û wiha pê de çû: “Me ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê dewlet destûra hevdîtinê nade. Lewma em malbat jî bi fikarin. Em dixwazin rojek berî rojekê agahiyekê bigrin û malbat an jî parêzer hevdîtine pêk bînin. Banga me li dewletê ev e ku qanûnên xwe yên heyî pêk bîne. Mafê her girtiyî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Daxwaza me jî ev e ku rêya Îmraliyê bê vekirin û ev qedexe bê rakirin.”

‘Em li benda mêvanan in’

Di berdewamê de Ocalan, destnîşan kir ku xwedîderketina gel dikare tecrîdê bişikîne û ji bo tevlibûna li çalakiya meşê ya Amarayê wiha bang kir: “Armanceke qedexekirina hevdîtinan yek jê jî ev e ku birêz Ocalan bi gel bidin jibîrkirin. Niha ketina gund tê girtin. Nahêlin ku mirov bên gund. Bi vê yekê dixwazin ku gelê kurd xwedî li birêz Ocalan dernekeve. Ji bo germahiya navbera Ocalan û gel bibirin hatinê qedexe dikin. Li dijî vê yekê em ji bo mêvanan amade ne, em li benda mevana ne. Mirov çi qas li birêz Ocalan xwedî derkeve, tecrîd jî wê ew qasî bê şikandin. Ji ber vê em jî dixwazin gelê me xwedî li 4’ê Nîsanê derkeve.”

‘Rojbûna wî roja me ye’

Hevserokê DBP’ê yê Xelfetiyê Bekîr Ozturk jî anî ziman ku li dijî tecrîda girankirî divê kurd li her derî tevlî çalakiya meşê bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Girse çi qas xurt be, em dikarin ew qas bi hez bibin. 4’ê Nîsanê ji bo me hemûyan rojeke pîroz e. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me, roja me ye. Ji bo wê jî rojeke bi nirx û pîroz e. Em hemû kesan vêdixwînin Xelfetiyê ku em bi hev re bimeşin gundê Amarayê.”