17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Weşanxaneye Nûbiharê romaneke nû: Lixwegerîn

Romana nivîskar M. Nurî Candemîr bi navê Lixwegerîn hatiye çapkirin û nav rêza pirtûkên romanan a Nûbiharê  de cihê xwe girtiye.

Weşanxaneya Nûbiharê romaneke nû derxist. Romana nivîskar M. Nurî Candemîr bi navê Lixwegerîn hatiye çapkirin û nav rêza pirtûkên romanan ên Nûbiharê de cihê xwe girtiye. Roman ji 174 rûpelan pêk tê û zimanê wê kurdî-kurmancî ye.

Kurtedanasîna romanê wiha ye:

Lehengê romanê Rûgeş dema diwelide, diya wî dimire. Li nexweşxanê ji gundiyan re gotine ku kurik jî dimire, ne mimkûn e sax bimîne. Gundiyên bêçare di zivistaneke sar û seqem de, bi zehmetiyeke pir mezin ku ji gundekî dûr hatine bajêr, cenazeyê diya wî digirin û dibin gund. Kurik namire. Paşê nikarin werin bajêr û saxtiya wî jî bikin. Lewra diya wî di halê mirî de anîne bajêr, bi eynî zehmetiyê jî cenaze birine gund. Rûgeş li êtîmxaneyê mezin dibe. Li vir tenê hîn dibe, navê dê û bavê wî Kewê û Elî ye. Êdî hedefa wî tenê dîtina dê û bavê xwe ye. Rûgeş dixwîne, dibe xwedî kar û şixul lê di her firsetê de gund bi gund li dê û bavê xwe digere…