19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê êrîşî Himisê kir û 5 leşkerên Sûriyeyê birîndar kir

Îsraîl careke din bi moşekan êrişî Sûriyeyê kir. Di encama êrîşî de 5 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di saetên serê sibehê de Îsraîlê careke din êrîşî Sûriyeyê kir. Îsraîl hin deverên leşkerî yên bajarê Himisê kir hedef. Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Şamê, der barê mijarê de daxuyanî da û piştrast kir ku Îsraîlê li dijî deverên leşkerî yên Himisê êrîşên moşekî pêk aniye.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî Hikûmeta Şamê, der barê encamên êrîşî de agahî dan û ragihandin ku di encama êrîşan de 5 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûne.

Îsraîl, di 30 û 31’ê adarê de jî li dijî Şamê êrîş pêk anîbû. Bi vê êrîşê re di nav 3 rojan de ev bû êrîşa sêyemîn ku Îsraîl li dijî Sûriyeyê pêk tîne.