7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê li ber çavên ENKS’ê bi zorê êzidiyan dikin misilman

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan kir daku li dijî binpêkirinên li Efrînê li dijî êzidiyan tên kirin, xwedî helwest bin û bêdeng nemînin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê der barê binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Êfrînê dijî gel û taybet jî dijî xelkê êzidî, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em bi navê hemû gelê Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û raya giştî dikin, li dijî binpêkirinên ser gelê me ên li Efrîna dagirkirî bê deng nemînin.

Welatên ku heya niha komkujiya êzidiyên Şengalê weke jenosîd naskirin, divê bibin xwedî helwest. Ji ber ku êzidî ne tenê li Şengalê, li ser xaka bin destê komên ser bi dewleta tirk de jî dijî heman hovitiyê tên.

Çawa 3’yê Tebaxê pêşmergeyên PDK’ê xiyanetê li civaka me kir û civaka me di komkujiyan re derbas bû, em dibînin heman tişt îro li ser êzidiyên me yên li Efrînê jî tên kirin.

Êzidiyên ku baweriya xwe dabûn hin aliyan taybet jî ENKS’ê ku li Efrînê ne û her car derdikevin xwe weke komeke kurdperwer bi nav dikin, îro li ber çavê wan bi darê zorê tên misilmankirin. Ev jî îxaneta xwe dubare dike ku ENKS di Efrînê de ye, ev heqaret e li ola me tê kirin.

Her kesê hemberî vê jenosîdê bêdeng bibe, em ê wan weke şirîkê hemû kiryarên li ser me tên kirin, bibînin. Pêwîst e destpêkê hemû êzidî û tevahî dostên gelê me, çawa dibe bila bibe, li hember vê jenosîda li ser êzidiyan li Efrînê tê kirin, bê deng nemînin.

Bi zorê ol û baweriya gelê me diguherînin, di sedsala 21’ê de ev yek rûreşiya cîhanê ye. Em bang li Koalîsyona Navnetewî a hemberî DAIŞ’ê dikin, piştgiriyê bidin QSD’ê da ku komên çeteyên dewleta tirk ji Efrînê derbixin. Xelkê wê yê esil were parastin û li ser malên wan vegerînin.”