22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rûreşî dikeve para kurdên piştgirî didin Erdogan’

Hunermendê başûrê Kurdistanê Selah Reşîd, kes û aliyên ku piştgiriya siyaseta komkujiya dewleta tirk dikin şermezar kir û got ku rûreşî dikeve para kurdên piştgirî didin Erdogan.

Wê di 14’ê Gulanê de hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyeyê pêk bên. PDK û şexsê Mesûd Barzanî bixwe ji n iha dest bi piştgiriya AKP’ê kirine. Di heman demê de zêdetirî 20 milyon kurd li bakurê Kurdistanê dijîn û dengê xwe didin HDP’ê. Barzanî û partiya xwe PDK qet pêwîstî nabînin ku piştgiriya HDP’ê bikin.

Hunermendê başûrê Kurdistanê Selah Reşîd, der barê mijarê de ji Rojnewsê re axivî û bertek nîşanî vê helwesta PDK’ê ya li dijî kurdên bakurê Kurdistanê da. Reşîd, destnîşan kir ku li ser ew kes û aliyên ku dest didin destê dagirkeran û piştevaniya AKP-MHP’ê dikin, bi fikar e û wiha got: “Evane ji Atatûrk heta digihîje Erdogan, dest ji komkujiyên kurdan bernedane. Cihê keyfxweşiyê ye ku kurd li beramberî hovîtiya van bihêztir dibin. Jin jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk şer dikin. Ji bo Erdogan û partiya wê şermek mezin e ku ji xebat û fedekariyên bi salan ên gelê kurd fam nakin. Înkarkirina gelê kurd a ji aliyên dewleta tirk ve çavkaniya xwe ji nezanîna wan digire.”

Selah Reşîd, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Niha li rojavayê Kurdistanê, kurd xwe bi rê ve dibin û li beramberî hemû çete û terorîstan Erdogan jî di nav de têkoşîn dikin. Ew kurdên ku piştgiriya Erdogan dikin jî rûreşî dikeve para wan. Bûne hevkarê dewleta tirk ku 40 kîlometreyan hatiye nava xaka Herêma Kurdistanê. Her wiha ji bo dewleta tirk çavsaxiyê dikin ku dewleta tirk li nav Silêmaniyê azadîxwazan bike armanc.”