7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa Jin, Dîsa Jiyan

Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, starta kampanyaya hilbijartinê da. Meclisa Jinan, strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” ku gotin û awazê wê ya Devrîm Demîr e jî da nasîn.

Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, danezana xwe ya hilbijartinê bi bernameyekê ragihand. Meclisa Jinan, di bernameyê de dûrşmeya xwe ya hilbijartinê weke “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” aşkera kir û her wiha strana xwe ya hilbijartinê ya bi kurdî ya bi navê “Dîsa Jin, Dîsa Jiyan” jî da naskirin. Gotin û awazê stranê ya hunermend Devrîm Demîr e û ji hêla Komîna Tevna Jinê ve hatiye gotin.

Gotinên strana hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk wiha ne:

“Va ye em in, li vir in

Em ê bi jinê biguherîn in

Tovê azadiya xwe

Em ê bi destê xwe bireşînin

***

Bi tîrêjên roja pîroz

Şax dide li nav axa me

Hêvîyên siberoja me

Ronî dikin vê riya me hêy

***

Va ye em in em jin in

Xwediyê fikrekî azad in

Bendê ku ava bûne

Li derdora xwe em radikin

***

Em parêzvanên xwezayê ne

Xwediyê hilberînê ne

Avakerên jiyanê ne

Û dildarê vê dozê ne hêy

***

Dîsa jin, dîsa jiyan

Dîsa jin, dîsa azadî

Belav dibe dengê me

Li heft parzemînên cîhanê

***

Em ava dikin modêlek nû

Li dora rastiya jinê

Em davêjin tovê xwebûnê

Em şîn dikin hêviya hebûne hêy”