27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aliyên Astanayê li New Yorkê civiyan

Wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê, li ser civîna 78′an a Komeleya Giştî ya NY′yê di çarçoveya gera Astanayê de li New Yorkê li hev civiyan

Hisên Emîn Ebdullehyan, Hakan Fîdan û Sergy Lavrov piştî dewreya 78`an a Komeleya Giştî ya NY`yê û di çarçoveya gera Astanayê de li New Yorkê, li hev civiyan.

Li gor kanala El Alem nûnerê taybet ê NY′yê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen piştî destpêkirina civîna sêalî, tev li civînê bû.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, duh piştî civînê got aliyan nêrînên xwe der barê geşedanên li Sûriyeyê de parve kirine, ya herî girîng misogerkirina ewlehiyê li Sûriyeyê ye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di civînê de her sê aliyan destnîşan kiriye ku hewldanên wan têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê li ser bingeha rêzdariya ji serdestî û yekitiya axa Sûriyeyê, berdewam in.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wezîran piştî civîna sêalî, bi Geir Pedersen re civiyan e.

Hêjayî gotinê ye ku di hemû civînên Astanyê de nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê ji derveyî van civînan tên hiştin. Civîn di navbera hêzên ku axa Sûriyeyê li xwe parvekirine pêk tên. Îran, Tirkiye û Rûsyayê li ser hesabê gelê Sûriyeyê li gorî berjewendiyên welatên xwe û zêdekirina desthilata xwe li ser axa Sûriyeyê bazaran bi hev re dikin.