3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Netanyahu: Lihevkirina bi Erebistana Siûdî re dê pêk were

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku ji bo gihandina ber bi lihevkirina aştiyê bi Erebistana Siûdî re şansek heye, yan dê çend mehên bê çêbibe yan jî dê heta çend salên din dereng bimîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji kanala Fox News a Amerîkî re daxuyand ku ji bo gihandina ber bi lihevkirina aştiyê bi Erebistana Siûdî re şansek heye, yan dê çend mehên bê pêk were yan jî dê heta çend salên din were paşxistin.

Netanyahu got ew rojane ji aştiyê nêz dibin û di mehên bê de şansa vê yekê heye. Netanyahu anî ziman ku ger wê yekê nekin, dê heta çend salên din were paşxistin. Dema 3 serok û 3 dewletên (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Erebistana Siûdî û Îsraîlê) li benda vê encamê bin, wê demê şansê serkeftinê zêde dibe.

Netanyahu li gotina xwe zêde kir ku divê filistînî jî parçeyek ji vê lihevkirinê bin û dê sûdê ji vê yekê wergirin.

Li ser pirsa nakokiyên di hikumeta Israîlê yên li dijî lihevkirina bi Erebistana Siûdî re, Netanyahu got ew yek li pêş ewlehiya Îsraîlê nabe xeterî.