28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo zindana Amedê ‘Desteya Şêwirê’ tê avakirin

Baroya Amedê serî li Wezareta Çand û Turîzmê da ku Zindana Amedê bibe muze. Wezaretê bersiv da serlêdanê û bersiva, “Desteya Şêwirê” wê bê avakirin da

Baroya Amedê têkildarî Zindana Amedê ya Jimara 5’an ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yî bû navenda îşkenceyê û biryargeha leşkerî, xwest veguherînin muzeyê di 21’ê tebaxê de serî li Wezareta Çand û Turîzmê da. Baroyê di serlêdanê de xwest têkildarî “Çêkirina Projeyên Muze û Qada Çandê ya Girtîgeha Amedê ya Tîpa E’yê” agahî werbigire. Wezaretê bersiva, “Desteya Şêwirê” tê avakirin, da serlêdana baroyê.

Xebat didomin

Wezareta Çandê û Turîzmê di bersiva xwe de gotiye ku xebatên avakirina ‘Desteya Şêwirê’ ya li ser girtîgehê berdewam dike û piştî kar û barên li ser meseleya navborî temam bibin dê agahî belav bikin.

Hafîzeya civakî ya kurdan

Baroya Amedê têkidlarî bersiva wezaretê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û balê dikişîne ser îşkenceya li wê heyamê di girtîgehê de hatiye kirin û Zindana Amedê ji bo bibe navenda hafizeya civakî ya kurdan xwedî ciheî taybet e. Baroya Amedê destnîşan kir ku divê mexdûrên Zindana Amedê daxilî pêvajoya veguherandina girtîgehê bên kirin.