17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Altûn ji ber ku heqîqet ragihand hat qetilkirin’  

Endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û nûnerên partî û rêxistinên civakî, nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê yê Êlihê Cengîz Altun yê ku di 23’ê Sibata 1992’yan de hatibû qetilkirin, li ser gora wî ya li Goristana Çamlica ya Êlihê bi bîr anî. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, parlamenterên HDP’ê Mehmet Rûştû Tiryakî, Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, endamên HDP’a Êlihê, aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, endamên MEBYA-DER’ê, malbata Altûn û hevalên wî yên rojnamevan tevli bîranînê bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî. Altan, qetilkirina Altûn a beriya 30 salan bi bîr xist û wiha got: “Altûn weke rojeke îro derket ku biçe ser karê xwe. Lê ji aliyê hêzen tarî ve hat qetilkirin. Ji bo ku heqîqeta vê erdnîgariyê radigihand, hate qetilkirin. Gelek caran hat binçavkirin, gef lê hatin xwarin lê dest ji doza xwe berneda. Bi dehan rêhevalên Cengîz pênûsê wî rakirin û kevneşopiya wî didin berdewamkirin. Ji bo vî gelî, vê dozê ji bo çapemeniya azad rêyeke wisa vekirin ku her ku diçe mezin dibe. Em careke din wan bi bîr tînin û dibêjin pênûsê wan li erdî nemaye û hevalên we doza we dişopînin.”

Piştre jî parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Rûştû Tiryakî jî anî ziman ku hemû kes dizane bê ka kê ev qetlîam kirine û got: “Di sala 1992’yan de 14 rojnameger hatin qetilkirin. Cengîz heval yek ji wan e. Divê em keda wan ji bîr nekin. Gelê Êlihê xwedî li Cengîz derket. Ne 30 sal lê 30 hezar sal jî derbas bibin em ê Cengîz ji bîr nekin.”

Dayika Altûn, Turkan Altûn jî di bîranînê de axivî û got: “Ez bi kurê xwe serbilind im. Lawê min têkoşîneke birûmet kir. Ji kesî netirsa û ji bo rastiyan derxîne holê têkoşiya û ji ber vê hat qetilkirin. Lê îro bi sedan Cengîz têdikoşin.”

Bernameya bîranînê bi duayan bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê