9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê li ser Rustemê Zal

Destana Rustemê Zal hem di wêjeya kurdî de û hem jî di nav gelên îranî de bi gelek guhertoyên xwe, bi bûyer, tema û motîfên cihêreng û wek temsîleke xurt a çîroka mirov a gerdûnî mînakeke navdar e. Her çi qas hin lêkolîner derbarê kurdbûna wî de gumanbar bin jî, Rustemê Zal û çîrokên têkildarî serpêhatiyên wî di wêjeya kurdî ya devkî de ji xwe re cihek saxlem dîtine. Di nav gel de jî şikberiyek derbarê nasnameya Rustem de tune ye. Kurd Rustemê Zal wek leheng/pehlewanekî xwe yê qedîm qebûl dikin û gelek varyantên vê berhemê li deverên cihê yên welatê kurdan bi honakên rengîn tên vegotin.
Rustem çi lehengekî mîtolojîk be, çi jî kesayetekî dîrokî be ku di nav demê re bûbe efsane, di nav lêkolîner û dîroknasan de daxwaza kifşekirina nasnameya wî her tim çêbûye. Ji ber dijwariya çespandina nasnameya wî ya etnîk û her wisa ji ber temsîl û navdariya wî ya xurt, Rustem ber bi gelek aliyan ve hatiye kaşkirin. Belê, di nav metnan û çîrokan de yê ku şeran dike ew e, lê li derveyê metnan û çîrokan jî şerek timî li ser wî çêbûye, ango şerek li ser mîras û temsîldariya wî.

Rustem lehengê herî girîng ê Şahnameya Firdewsî ye. Firdewsî bi berhema xwe ya navdar Rustem wek pehlewanekî mezin û bihêz bi tevahiya cîhanê daye naskirin. Ji ber vê çendê jî fars bûne şîrikê herî mezin ê kurdan di parvekirina mîrasê Rustem de. Dîsa jî Şahnameya Firdewsî çavkaniya tekane nîne. Shapur Shabazi di pirtûka xwe ya derbarê jînenîgariya Firdewsî de, Ferdowsî: a Critical Biography, diyar dike ku hin beşên têkildarî Rustem di nav destanên soxdî û ermeniyan de jî derbas dibin ku dîroka wan bi sedan salan pêş Firdewsî ne. Dîsa Shahab Vali diyar dike ku di cîhana îranî de Rustem semboleke mîtolojîk e ango ne kesayetekî dîrokî ye. Li gor wan nêrîn û agahiyan wisa xuya dike ku mirov nikare Şahnameya Firdewsî bi tena serê xwe wek belgeya dîrokîbûna Rustem bipejirîne.

Bê guman fikrên cuda jî hene der heqê nasnameya Rustem de. Li gor Connell Monette agahiyên der barê Rustem wisa nîşan didin ku ew lehengekî îskîtî ye, lewre berevajî hin navên lehengên Şahnameyê, navê Rustem di nav metnên avestayî de derbas nabe. Monette dest nîşan dike ku Rustem di demên paş de daxilî nav çanda îranî bûye. Ji ber vê yekê ye ku Firdewsî ew wek mîrê Sîstanê daye nasîn, lewre warê ku îskîtî lê bi cih bûne Sistan e. Her wisa Monette pênaseya derbarê Rustem a wek por û seqelê wî yê sor û hezkirina wî ya zêde ya ji bo vexwarina şerabê jî wek delîl şîrove dike ku ew îskîtî ye.
Ji hêla kurdan ve nasnameya Rustem jixwe diyar e. Hecî yê Cindî secereya malbatê wiha rêz dike: Rustem kurê Zal, Zal kurê Dal, Dal kurê Kam, Kam kurê Sam,Sam kurê Narîman, Narîman kurê Qereman. Shahab Vali balê dikişîne ser pirengiya şayesandina Rustem a li nav berhemên yarsanan. Kurdên yarsan girîngiyeke zêde dane Rustem û li ser wî gelek kelam ristine. Wan Rustem ji asta lehengiyê bilind kirine asteke pîrozwer. Di mîtolojiya îranî de jî Rustem wek hemrazê padişahan tê dîtin, lê di kevneşopîya yarsanan de bi girtina nasnameya Pîr Binyamîn, ew rêber e, hemraz e û alîkarê hezkirî ye.

Dîsa jî divê bê gotin ku çend noqte hene ku wê çîrokê bi awayekî ji kurdan bi dûr dixin, an jî dibe wisa bên ravekirin. Ew destan wek Memê Alan, Zembîlfroş, Xanê Lepzêrîn bi serê xwe nebûye mijara helbestên şairên klasîk ên kurd –ji bilî kelamên yarsanan. Her wisa serpêhatiyên Rustem bêhtir wek çîrokek di nav Şahnameya Firdewsî de hatiye zanîn, lê berevajî vê şahnameyên kurdî zêde nehatine zanîn ku çîrokên derbarê Rustem bi awayekî berfireh tê de cih digirin. Di vê babetê de Heciyê Cindî şîroveyeke wiha pêşkêş dike: Firdewsî ji zargotina gelên îranî gelek tiştan werdigire her ku wê şahesera xwe diafirîne. Ew ji mîrateya hemû gelên îranî, heta ji yên ne îranî jî, sûd werdigire. Ji wan nêrînên Cindî diyar dibe ku faris-tacikbûna Firdewsî nirxeke kulturî bispêre wê destana navborî jî, axiriyê bi serê xwe nabe îspata nasnameya wê.

Helbet derheqê nasnameya Rustem de her angaşt li gor xwe bingehekê datîne holê, di gel vê yekê jî xasyeta lehengiya Rustem belkî palpişta herî xurt a kurdbûna wî be. Rustem piranî ji bo parastina keyaniyê û li dijî dagirkeriyê şer dike û di encama çalakiya wî de jî keyanî tê rizgarkirin û dagirkeriya bîyanîyan bi dawî dibe. Lê piştî ku xetereya serweriyê bi dawî dibe, ji bo Rustem jî çi arîşe namîne û bi xwe jî doza hikumdariyê nake. Ew jî dişibe rola gelek lehengên kurd ên dîrokî ku doza serweriyê ne ji bo xwe an jî bi ser navê xwe lê ji bo yên din kirine.