3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amadekariyên konferansa Lozanê bi dawî bûn

Amedekariyên konferansa ku wê bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê bi dirûşmeya “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin!” li Swîsreyê bê lidarxistin, bi dawî bûn.

Di navbera 22-23’ê tîrmehê de wê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi dirûşmeya “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin û peymanê red dikin!” konferansek bê lidarxistin. Komîteya çalakî û merasîmê ya sala 100’emîn a Peymana Lozanê, der barê mijarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku amadekariyên xwe temam kiriye û wê ji 4 parçeyên Kurdistanê zêdetirî 600 kes beşdarî konferansê bibib.

Li gorî amadekariyên hatine kirin wê roja destpêkê meşa navendî ya paralel û mîtîng bê lidarxistin. Di konferansê de wê 2 rojan encamên Peymana Lozanê bên nîqaşkirin. Encamnameya konferansê jî wê di 24’ê Tîrmehê de ku salvegera peymanê ye bê aşkerakirin.

‘Em Lozanê qebû nakin’

Endamê Komîteya Lozanê û Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, der barê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Zubeyîr Aydar, diyar kir ku wê bi vê konferans û mîtîngê fînala merasîmên ku sed sal in tên kirin, bikin û ev tişt got: “Sedemê êşên 100 salan, ev peyman e. Lewma em Kurd hene, li vir in û em ê bêjin em qebûl nakin. Beriya 100 salan dewletên navneteweyî li vir kom bûn, lê nûnerên kurdan nebûn. Tirk li ser navê me axivîbûn û xwe weke nûnerên kurdan nîşan dabûn.”

Aydar, agahî da ku ji Avûstûrya, Belçîka, Hollanda, Almanya û Fransayê wê bi sedan otobus werin konferansê û wiha got: “Ji derveyî vê divê her kes bi derfetên xwe werin. Her wiha 24’ê Tîrmeha 1923’an em ê li ber avahiya Chateaû d’Oûchy ya li perava Gola Lemanê bi daxuyaniyeke girseyî encama konferansa xwe aşkera bikin.”

Bernameya konferansê

Li gorî bernameya ku ji aliyê komîteyê ve hatiye aşkerakirin, vekirina roja yekem a konferansê li Salle de Congres de Beaûlîe bê kirin û sînevîzyon were temaşekirin û beşdar biaxivin.

Di panela yekem a bê lidarxistin de wê encamên “Peymana Lozanê û encamên wê li Kurdistanê” bên nîqaşkirin. Selma Irmak û Xelîl Xezerî wê moderatoriyê bikin.

Di roja duyem a konferansê de jî wê du rûniştin bên lidarxistin. Kurdê Omer û Seher Aydar wê moderatoriya panela destpêkê ya bi sernava “Rewşa jinan û têkoşîna wan” bikin.

Di rûniştina duyem de jî wê “Rewşa gelên ermenî, asûrî û keldanî” bê nîqaşkirin.

Di rûniştina dawî de jî bi moderatoriya Behrê Mohamed Mehmod û Rojan Hazim wê sernava “Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salan” were nirxandin.

Di beşa encamê de jî wê “Biryara Konferansê û Encaname” bê aşkerakirin.

Di 24’ê Tîrmehê roja duşemê saet 10.00’an de wê li ber avahiya Chateaû d’Oûchy encamnameya konferansê bi daxuyaniyeke çapemeniyê were aşkerakirin.