28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mûzîkjenê meksîkayî Felix: Şoreşa Rojava Îlhamek mezin daye min

Mûzîkjenê ji Meksîkayê Nathan Felix bi peyamekê Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava îlhamek mezin daye min. Ev şoreş berxwedana lehengane. Ocalan bi fikrên xwe hunermendek e.”

Bi boneya salvegera 11`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê mûzîkjenê ji Meksîkayê Nathan Felix peyameke bi dîmen weşand û tê de şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir.

Peyama Nathan Felix bi vî rengî ye:

“Merheba; Ez mûzîkjen Nathan Felix. Pir kêfxweş im ku di salvegera Şoreşa Rojava de ji Breukelen, Newyorkê ji we re diaxivim.

Şoreşa Rojava îlhamek mezin daye min. Ev şoreş tê wateya berxwedana lehengan. Ji bo avakirina pergaleke nû ya bi hebûneke nû û derfeta bidestxistina exlaqên nû Şoreşeke civakî ya girîng e; rêbazeke exlaqî û nû ya fikirandinê ye.

Wek şexs ez bihêzkirina jinan, wekheviya her du zayendan û aboriya kolektîf pir diecibînim.

Van têgehan îlham da hunera min. Hunera min jî platformek ji bo min çêkir da ku vê bi rêya mûzîkê bi kesên din re parve bikim.

Ocalan bi gotin û perspektîfên xwe hunermend e

Ez pir kêfxweş im ku parçeyekî ji tevgera hunerî ya derdora Kurdan û Abdullah Ocalan im. Apo jî bi gotin, prespektîf û fikirên xwe hunermendek e.

Wekî hunermend, dibînim ku girîng e ez mûzîka xwe (melodî) di têkoşîna li dijî zulm û zordariyê de bi kar bînim. Bi beşdarbûna xwe ya  biçûk, ez di têkoşîna cîhanî ya li dijî zordestî û ne wekheviyê de cihê xwe digirim. Hêvî dikim ku têkiliyên bi we û bi kesên din ên xwedî van nirxan re bidomînim.

Ji bo ruh û hêza we ya xweragirtinê ez we pîroz dikim. Dibe ku bikarim di sala 2024`an de wek şexsî jî bi we re salvegera şoreşê pîroz bikim.”

Nathan Felix kî ye ?

Nathan Felix, mûzîkjen û hunermendekî Operayê yê meksîkayî ye. Bi navê “Ocalan” albumeke Operayê çêkiriye ku di 15`ê Cotmeha 2020`an de li ser malperên medya dijîtal hatibû weşandin.

Felix di gelek hevdîtin û bernameyan de diyar dike ku wî îlham ji serokê PKK’ê Abdullah Ocalan, têkoşîna Kurdan û ji Rojava girtiye.