12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan û Lozana Civakî

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan "Lozana Civakî" pêşniyar kir û destnîşan kir ku serkeftina gelê kurd û tirk bi nûjenkirina Lozanê pêkan e. 

Peymana Lozanê ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di bin navê “aştiyê” de ji aliyê dewletên netewe ve hat îmzekirin û Kurdistan kir çar parçe. Bi ser Peymana Lozanê re sed sal derbas bûn. Bi peymana ku di 20’ê Mijdara 1922’yan de li bajarê Lozanê ya Swîsreyê bi beşdariya nûnerên Îngilistan, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yugoslavya û Tirkiyeyê dest pê kir û di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de biryar hat dayîn û kurd ji wê demê ve bêstatû hatin hiştin. Kurdistan di navbera Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hat parvekirin.

Komara Tirkiyeyê ya ku li ser hîmê Împaratoriya Osmanî û bingehên Peymana Lozanê hatiye avakirin, di vê sedsal dawî de li dijî kurdan feraseta îmha û înkarê pêk aniye. Kurdên ku ev sed sal in li dijî polîtîkayên qirkirinê yên netew-dewletan li ber xwe didin, di sedsala Lozanê de dixwazin Peymana Lozanek nû pêk bînin. Kurd xebatên ji bo “Lozana Civakî” didomînin, bi konferans û komxebatên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê berdewam dikin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku Lozan ji bo tirkan temam bûye, lê ji bo kurdan kêm maye û di hevdîtinên li gel parêzerên xwe de destnîşan kir ku divê kurd Lozanê nû bikin û bal kişand ser girîngiya “Lozana Civakî” û got ku çareseriya hemû pirsgirêkan ev e û hem kurd hem jî tirk bi nûjenkirina Lozanê dikarin bi ser bikevin.

‘Divê ji bo kurdan Lozan bê temamkirin’

Abdullah Ocalan di hevdîtina 3’ê kanûna 2008’an de li ser “Lozana Kurdan” rawestiyabû û diyar kir ku Îngilîzan Peymana Sevrê ferz kiriye û got: “Ez ne alîgirê Sevrê me, ez bêtir li ser Lozanê disekinim. Du mebûsên kurd jî birine Lozanê. Li wir hat gotin, ‘Em weke nûnerên tirk û kurdan li vir in’ lê tedbîrên pêwîst nehatin kirin. Ji bo tirkan Lozan temam bûye. Ji bo Kurdan pêwîst e îro were temamkirin. Ez ji vê re dibêjim Lozana Duyemîn an jî qedandina Lozanê. Temamkirina Lozanê wê bi demokratîkbûna komarê re pêk were. Divê kurd bêjin ‘em Peymana Sevrê qebûl nakin, em dixwazin Lozana xwe nûjen bikin’. Di dema îmzekirina Lozanê de Îsmet Înonû du mebûsên kurd bi xwe re birin û wek ‘Ev kurd in, nûnerên kurdan in’ da nasîn. Gotibû, ‘Em ê bi xwe pirsgirêkê çareser bikin’. Parlamenterên ku Îsmet Înonû bi xwe re biribû Lozanê parlamenterên Amedê bûn. Yek ji wan Fevzî Beg bû. Divê em Lozana Duyemîn bi nûjenkirina Lozanê bixin meriyete. Bi vî awayî Misak-i Millî jî berfireh kirin. Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê jî daxilî nav peymanê kirin.”

Nasîna mafên kurdan

Abdullah Ocalan di hevdîtina 14’ê çileya 2009’an de diyar kir ku divê Misak-i Millî û Peymana Lozanê were nûjenkirin û wiha got: “Dema ku ez dibêjim Misak-i Millî dikare were nûjenkirin, mebesta min ne ew e ku axa li Iraqê an jî li deverên din bi Tirkiyeyê ve bên girêdan. Misak-i Millî beşek ji Iraqa niha heta Silêmaniyê girtibû ser xwe. Mûsil-Kerkûk di sala 1926’an de bi destwerdana Îngilîzan ve girêdayî Iraqê kirin. Îngilistan ku bi qasî tiliyek welatekî giravê ye, hemû cîhan li ser tiliya xwe dibe û tîne. Îro Brîtanya li ser siyaseta cîhanê serdest e. Divê peymana Sykes-Picot jî bikeve rojevê. Peymana Kasrî Şîrîn jî divê bê nûkirin. Peymana Kasrî Şîrîn jî wê demê ji aliyê feodalan ve hatiye çêkirin. Parlamenterên kurd jî Peymana Lozanê îmze kirine. Lozan ji bo kurdan temam nebûye. Misak-i Millî jî ji bo kurdan kêm maye. Divê îro ev bi rêbazên çareseriya demokratîk werin temamkirin, mafên kurdan jî bên nasîn.”

Felsefeya avakar a komarê

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 21’ê çileya 2009’an de destnîşan kir ku gelek planên li ser kurdan bi Peymana Sykes-Picot dest pê kiriye û got: “Projeya Kurdistana Mezin jî bi Sykes-Picot re hat amadekirin. Her cure lîstikan dilîzin. Ji bo vê jî min got ku divê Misak-i Millî bê nûkirin. Baş e, gelo ev dabeşkarin e? Na, di têgihiştina me ya çareseriyê de dabeşkirin tune ye. Em ne li dijî komarê, li dijî sînoran in. Armanca min ew e ku ruh û prensîbên salên pêşîn ên Komarê di dema Misak-i Millî de bidim xuya kirin. Banga min ew e ku ez bangî bingeha damezrandina Komarê, felsefeya damezrandina wê bikim.”

Pênc prensîb 

Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ji bo nûjenkirina Lozanê divê kurd di konferans û komxebatan de prensîban nîqaş bikin. Pênc prensîbên ku Ocalan qala wan dike wiha ne:

“Prensîba Şer û Aştiyê: Şer çi tîne, çi dike, tê çi wateyê? Aştî çi tîne, çi dibe, çi ji kê re tîne? Aştî çawa pêk tê? Divê ev bên zelalkirin.

Prensîba yekitiyê: Kurdên Tirkiyê, Kurdên Îranê, Kurdên Sûriyê û Iraqê vê rewşê dê di nav xwe de gotûbêj dikin. Ev yekitiya di nava kurdan bi xwe de ye. Ew ne li dijî sînorên dewleta ku tê de ne. Kurdên li Tirkiyeyê bi Tirkiyeyê re li ser rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Kurdên li Îranê bi Îranê re rêbaza çareseriya demokratîk a pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Lê belê kurdên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê di nav xwe de têkilî û yekitiya xwe dikarin ava bikin. dEv ne li dijî wan dewletan e, avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk a kurdan e. Li vir çareserî ne di netew-dewletê de, di xitimandina netew-dewletê de ye. Kurdistana mezin ne çareserî ye, wê her derî bike qada şer. Kurdistana biçûk jî ne çareserî ye. Çareserî di çarçoveya rêgezên konfederalîzma demokratîk de birêxistinkirin e.

Prensîba demokratîk: Sepana vê prensîbê ev e; Rakirina hemû astengiyên li pêşiya maf û rêxistinbûna kurdan e. Rakirina hemû astengiyên destûrî û qanûnî û pêkanîna veguherîna demokratîk e.

Prensîba Mafên Çandî: Naskirin û pêkanîna çanda kurdan bi giştî. Divê ev hemû prensîb bên zelalkirin. Mebesta wan çi ye, sînorên wan çi ne, divê hemû bên diyarkirin.

Prensîba Siyaseta Demokratîk dikare bê zêdekirin. Dibe ku Peymana Civakî jî were pejirandin. Wek şert û mercên civakî, perwerdehî û aborî jî dikare li van were zêdekirin.”

‘Divê haya kurdan ji lîstikê hebe’

Abdullah Ocalan di hevdîtina 28’ê çileya 2009’an ya li gel parêzerên xwe de diyar kir ku neteweperestî ne çareserî ye û wiha axivî: “Hemû kom dikarin bi hev re bijîn û pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Hemû beş, ereb, kurd, tirk, sunî, elewî, êzidî, bi kurtasî hemû çand û bawerî xwe di nava vê yekê de temsîl dikin û firsendê dibînin. Ya sereke demokrasî ye. Demokrasî dewlemendî ye. Demokrasiya rast dewlemendiyê tîne, aştiyê tîne, jîngeheke saxlem bi xwe re tîne. Ji bo jinan jî wisa ye. Gelê tirk û kurd dikarin bi hev re bijîn, a rast, dîrokî û dadmend jî ev e. Ev demokrasî ye. Ew hêza demokrasiya wê ye ku Îngilistanê ewqas dewlemend û bi hêz dike. Lê li cihên din vê nakin, yekdestdariyê dikin. Pere û neteweperestiyê bi kar tînin. Bi rêya çend holdîngên ku li Amed, Bedlîs û Wanê ava kirine, kurdan li dora xwe kom bikin, kurdan di bin kontrol û zextê de dihêlin, pêşî li daxwazên demokratîk digirin. Di vê mijarê de ez kurdan hişyar dikim, bila ji van lîstikan haydar bin. Divê ev yek ji gel re baş bê ravekirin.”

‘Divê linge Lozanê aliyê kurd bê nasîn’

Abdullah Ocalan di hevdîtina 4’ê sibata 2009’an de anî ziman ku kurd bi nîqaşkirina Lozana xwe dikarin rê li ber aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn vekin û got: “Di pêvajoya Lozanê de kurdan bi Komarê re tevgeriyan e. Di vê serdemê de divê ku lingê kurd ên ku neqediyaye ji nû ve bi avakirina Lozanê biqedînin. Ev jî bi naskirina azadî û mafên demokratîk ên kurdan û mîsogeriya wan ya destûrî-qanûnî pêk tê. Divê kurd ji bo vê yekê bixebitin.”

Komara demokratîk 

Abdullah Ocalan di hevdîtina 27’ê adara 2009’an de bi bîr xist ku bi Lozanê komar hatiye avakirin û destnîşan kir ku bi “Lozana Kurdan” re jî dibe ku Komara Demokratîk ava bibe. Ocalan destnîşan kir ku Komara Demokratîk lihevhatineke demokratîk e û wiha got: “Lihevkirina her du gelan demokrasiyê tîne. Avakirina komarê çiqas girîng e, demokratîkbûyîna komarê jî ewqas girîng û watedar e. Komar hevkariya stratejîk a kurd û tirkan e, bi hev re jîyankirin e û heta dikarin bibin xwişk û birayên hev jî. Heke ev pêk were wê li Rojhilata Navîn bi rolek girîn rabe û bibe modelek nû. Heke kurd demokratîkbûnê bi dest bixin, demokrasî jî dê belavî seranserê Rojhilata Navîn bibe.”

Pêşniyarên Lozan Civakî

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya 1’ê tîrmeha 2009’an de ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan “Lozana Civakî” pêşniyar kir û wiha bang kir: “Lozana salên 1920’î Lozana neteweyî ye. Bi vê Lozanê komar hat avakirin. Ev komar heta îro maye, demokratîk nebû, niha pêwîstiya wê bi demokratîkbûnê heye, ji ber vê yekê ez dibêjim Lozana civakî, bi vê Lozana civakî wê hemû beşên civakê demokratîk bibin, îro bingeha vê yekê heye. Ev yek pêwîste. Divê li ser vê yekê xebat were kirin. Divê bi ji kûrahiya vê baş were were fêmkirin. Divê kurd ji Lozana Civakî re baş amade bin. Bi Lozana Civakî, kurd wê pêşengîya demokratîkbûnê bikin. Divê kurd ji Lozana Civakî re wek ku xwe ji şer re amade dikin, amade bin.”

Serkeftina kurd û tirkan

Abdullah Ocalan di hevdîtina 17’ê adara 2010’an a li gel parêzerên xwe de diyar kir ku bi nûjenkirina Lozanê hem kurd û hem jî tirk wê bi ser bikevin û qezenc bikin û wiha got: “Nûjenkirina Lozanê neteweya demokratîk e, komara demokratîk e, welatê demokratîk e. Li ser vî esasî min ji bo çareseriya demokratîk, ji bo aştiyê ji vir ve gelek xebat kir. Lê hewldanên min nîvco man. Heke baş bê ravekirin, ji sedî 90’ê gelên Tirkiyeyê wê werin vê pêvajoyê. Divê xwediyên berpirsyariyê hebin.”

Ajansa Mezopotamyayê