4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kartal: Gefên jehrkirinê li ser Ocalan hene

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, der barê nameyên gefê ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatibûn şandin de diyar kir ku gefên jehkirinê li ser Ocalan hene û banga dijderketina vê rewşê kir.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bênavber ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve tê domandin. Ji ber vê tecrîdê 28 meh in bi tu awayî agahî Ocalan nayê girtin û serlêdanan parêzeran û malbatan ên çûna Îmraliyê nayên bersivandin. Hefteya Borî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, balê kişandibû ser tecrîda li dijî Ocalan û agahiyeke girîng parve kiribû. Ok, destnîşan kiribû ku nameyên bigef ên bê nav û îmze ki Îmraliyê re hatine şandin. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, pirsên nûçegîhanê Rojnewsê Armanc Herekol ên der barê mijarê de bersivand û nirxandinên girîng kirin.

Remzî Kartal, daxuyaniya Sabrî Ok bi bîr xist û diyar kir ku gef li ser jiyana Ocalan hene û der barê mijarê de ev tişt got: “Heval Sabrî Ok ev rastî xist rojeve tevahî gel, dost û rêxistinên Kurdan. Heval Sabrî anî ziman ku divê her kes li gor vê rastiyê tevbigere. Ev yek raste, divê em bi vê zanabûnê tevbigerin. Demên berê jî dewleta Tirk hem bi nameyan û hem jî bi rêya rêveberiya girtîgehê gef li Rêber Apo xwaribûn. Dixwestin bi jehrîkirinê Rêber Apo bitirsînin. Carekî bi veşartî porê Rêber Apo hate anîn û hat tehlîlkirin, di encama tehlîlan de diyarbibû ku Rêber Apo bi dermanekî taybet hatibû jehrîkirin. Niha jî ev gef li ser Rêber Apo hene. Dixwazin bi van gefan Rêber Apo bitirsînin. Bersiva Rêber Apo ji bo wan ‘Berxwedan’ e. Rewş ji aliyê Heval Sabrî Ok ve hate ragihandin û divê gelê Kurd, tevger û dostên gelê Kurd li gor vê rastiyê tevbigerin û zextan li Tirkiyeyê bikin.

Azadiya Ocalan têkçûna faşîzmê ye

Di berdewamê de Kartal, destnîşan kir ku xebata herî mezin a ji bo Ocalan avakirina pergala azadiya Ocalan e û ji bo şikandina tecrîdê ev tişt anî ziman: “Li fikrên Rêber Apo xwedî derbikevin û bi çalakiyên cûr be cûr xebat bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li welat û derveyî welat xebat tên meşandin. Di aliyê dîplomasî û saziyên navneteweyî de, hem jî ji aliyê raya giştî, partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîr ve kar û xebatek tê meşandin. Azadiya Rêber Apo têkçûna faşîzma dewleta tirk e. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava çareseriya bingehîn paradîgma û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê çarçoveyê de hemû kar û xebat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye plankirin. Pêwîste her kesek li qada ku lê dijî xwe di azadiya Rêber Apo de berpirsyar bibîne û bi exlaqî û wijdanî ji bo azadiya Rêber Apo kar û xebat bide meşandin.”