28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li Êlihê civînên gel lidar xistin

Li Êlihê civînên gel hatin lidarxistin.  Welatiyên Êlihê diyar kirin ku divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe û pêşniyaz kirin ku li şûna biryarên navendî divê ji nû ve meclisên gel bên birêxistinkirin

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya civînên piştî hilbijartinan de bi dirûşma “ji nû ve avakirinê” li Êlihê bi gel re hatin cem hev. Di civînên gel ên li navenda bajêr û navçeyên Hezo, Sason, Qûbîn, Heskîf û Kercewsê de li rexneyên gel hatin guhdarkirin û pêvajoya nû wê çawa bê avakirin hat nîqaşkirin. Di civînên ku gel bi girseyî tev lê bû de bi giranî li ser xurtkirina rêxistinê û berfirehkirina qadên têkoşînê nîqaş û pêşniyaz hatin kirin.

Tecrîdkirina Abdullah Ocalan

Di hevdîtinên li 5 navçeyan hatin kirin de yek ji peyamên girîng tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê girtî ye û bi salan e agahî jê nayê girtin. Di civînên gel ên li taxên Kultur, Petrolkent û Hîlalê de welatiyan diyar kirin ku divê neazadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rexnekirin û xwerexnedayîn bê kirin. Welatiyekî di civînê de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotina “Wî gel ji nû ve şiyar kir” anî ziman û destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê mezinkirin.

Di pêşniyazên hatin kirin de hat xwestin ku meclisên gel bên birêxistinkirin û dema biryar hatin girtin bi gel re biryar bên girtin.

‘Divê em xwe xurt bikin’

Yek ji welatiyên beşdarî civîna gel bû Alî Atay jî diyar kir ku bi salan e di nava têkoşînê de ye û got ku kêmasiyên ku qewimîne ne tenê girêdayî partiyê ne. Atay destnîşan kir ku gel jî di însiyatîfa xwe de kêm maye. Atay îtîfaqa bi CHPê re rexne kir û got ku ji niha û pê ve ew ê zêdetir xwe bi rêxistin bikin û partiya xwe biparêzin.

Abdusselam Boran ê ku di sala 1993’yan de piştî şewitandina gundan ji navçeya Hezo ya Êlihê neçar ma koçî navenda bajêr bike, diyar kir ku berê jî di meclisên taxan de cih girtiye. Boran destnîşan kir ku meclisên taxan ji bo têkoşînê girîng in û destnîşan kir ku wekî salên berê divê meclisên gel bên xurtkirin.