6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema parastina şoreşê ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di rojên herî zehmet û biêş de herdem hêviyên ku mirov ji wan hêz, cesaret û moralê digirin hene. Di nava kaosa Rohilata Navîn de Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji bo tevahiya gelên li herêmê bû çavkaniya hêviyê û azadiyê.

Sal 2012. Sûriye di nava şerekî navxweyî de bû. 19’ê Tîrmehê ango beriya 11 salan bi pêşengiya azadîxwazan li rojavayê Kurdsitanê agirê şoreşê hat pêxistin. Wê demê rêveberên kurdan di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de li herêmê xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin. Biryar girtin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Pêşî li Kobanê hêzên rejimê hatin derxistin. Paşê yek bi yek li bajarên din ên Rojava şoreşê dest pê kir. Vê rewşê herî zêde dewleta tirk aciz kir. Dest bi planên xwe yên bi xwîn kir.

Ji bo şoreşê têk bibe DAIŞ, El Nusra jî di nav de çiqas çeteyên wan hebûn berê wan dan ser Rojava. Ji bo parastina şoreşa gelan pêkhateyên herêmê gelek berdêlên giran dan. Di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de herêmên xwe parastin û hemû komên çete jî yek bi yek hatin têkbirin.

Herî dawî dewleta tirk êdî bi xwe ket nav meselê û rast e rast bi artêşa xwe êrîş kir. Îro jî ev gef û êrîşên dewleta tirk dewam dikin. Tevî êrîşkarî û dagirkariya dewleta tirk jî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê  xweseriya demokratîk bi şax û sazûman dibe. Ev şoreş ji bo jin û gelên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji gelek milan ve cûda bû û ne dişibiya şoreşên din. Şoreşên sedsala 20’an li ser guhertina desthilatdariyê hatin kirin. Ev şoreşên ku entegreyî dewlet û desthilatdariyê bûn, ji nirxê şoreşê û civakê dûrketin. Ger di bingeha şoreşê de civakbûyîn hebe divê li nirxên civakê jî xwedî derkeve. Di vê mijarê de Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî felsefeyek girîng a civaka azad û demokratîk e. Li şûna avakirina dewlet û desthilatdariyê ew civaka demokratîk û komunal esas digire. Bi vî awayî xwedî li nirxên civakê derdikeve û van nirxan mezin dike.

Mezinkirin û parastina destkefiyên şoreşê bêguman bi têgihiştin û zanebûna civakê ve girêdayî ye. Ger civak perwerdekirî û zane be wê xwedî li nirxên ku şoreşê ava kiriye derkeve. Bi vî awayî şoreş dikare bibe malê civakê. Şoreşên xwe bi civakê re dikin yek û berjewendiyên civakê esas digirin dikarin li ser hîmê rast ên têkoşînê pêşbikevin û mezin bibin. Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li ser vê têgehê Şoreş tê mezinkirin. Ji ber vê yekê ev şoreşa gelan bûye hedefa dagirkerên Kurdistanê. Armanca van gefên dewleta tirk têkbirina pergala netewa demokratîk û destkeftiyên şoreşê ye. Divê hemû gelên li herêmê vê rastiyê nas bikin û li gorî wê xwedî li nirxên şoreşa gelan derkevin ango şoreşê biparêzin. Parastina nirxên şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo aştiya herêmê jî xwedî girîngiyek mezin e.

Fîlozofê navdar Noam Chomsky ku li ser sosyolojiya civakî gelek berhemê wî hene bi heyrantî bahsa pergala Şoreşa Rojava dike û dibêje; “Tevî hemû êrîşên û dijberiya hêzên navneteweyî jî şoreşa Rojava heta niha Rojava hebûna xwe domandiye. Ev jî mûcîze ye.”

Bêguman parastina vê şoreşa ku ji bo gelan weke mûcîzeyekê tê pênasekirin ne erka gelên herêmê tenê ye. Ji bo parastina Şoreşa 19’ê Tîrmêhê ji gelek welatên cuda yên cîhanê azadîxwaz ketin nava liv û tevgerê. Ji vî aliyî ve jî ezmûna ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deket holê ji bo gelek şoreşger, enternasyonalîst û azadixwazan bû çavkaniya îlhamê. Li dijî gef û êrîşên li ser herêmê yekgirtin û tifaqa li dora Şoreşê çêdibû ji gelek aliyan ve biwate ye. Lê li dijî êrîşan erka sereke dikeve ser milê gelên li herêmê. Di çarçovaya paradîgmaya neteweya demokratîk de heya niha hemû pêkhateyên herêmê bêyî ku têkevin nava hesabên cuda xwedî li deskeftiyên vê şoreşa serdema nû derketin. Ji niha şûn ve jî ya girîng ew e ku li gel parastinê divê di qada navneteweyî de têkoşîna naskirina statuya vê şoreşa pîroz bê dayîn.

Bi vî awayî gelên herêmê dikarin bi aqil û ruhê hevpar dikarin deskeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê mezin bikin û mayînde bikin. Ev şoreşa ku bihişmendiya jinan di çarçova paradîgmaya azadiya jinê de pêşketiye ne tenê li herêmê ji bo tevahiya gelan bûye çavkaniya hêvî û azadiyê. Şoreşa Rojava êdî sînorên xwe derbas kiriye û xwe gihandiye neteweyan. Lewma divê li gorî vê hişmendiyê jî netew xwedî li vê şoreşa pîroz derkevin.