spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşa ku pêşengên wê jin bûn

Ciwana Cumaa

Di rûpelên dîrokê de nimûneyên şoreşan gelek in. Li Sûriyeyê di destpêka 2011’an de şoreşê dest pê kir û piştî çend mehan ket xizmeta ajandeyên derve, lê belê tenê kurd, hevalbendan wan ên ji gelên din bi rêya Şoreşa 19’ê Tîrmehê modelek pêşkêş kir û karîn guhartin û avakirinê pêk bînin.

Bi 19’ê Tîrmehê re vîna gelan careke din vejiya û mirovahî bi kêliya dirokî re bi awayekî zanistî li nirxên xwe xwedî derketiye. Bi vî nirxî re jî pergala dayikê ku bi hezaran salan hatibû desteserkirin li rojavayê Kurdistanê bi rengekî berbiçav xwe daye der.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinan, bûyê pisûleya lêgerîna azadiyê. Niha jî bûye modêlek ku her kes jê îlhamê digire.

Çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê pê ket ku destpêkê rejîma Baasê jê hat qewitandin. Piştre li tevahî bajar û bajarokên Rojava belav bû. Şoreşê felsefeya neteweya demokratîk ji xwe re bingeh girt, ji xwe re xeta sêyemîn hilbijart û dev ji lêgerîna desthilatê berda.

Di nava vê şoreşê de yên pêşeng jin bûn. Jinan karî bi vîn û hebûna xwe, bi hȇza xwe ya fikrî, bi îsrara xwe ya ji pȇşxistinȇ re, bi tîbûna xwe ya ji azadiyȇ re, bi rola xwe a dîrokî rabe û mohra xwe li dîrokê bixe. Jixwe yek ji sedema bingehîn a êrîşên hêzên dagirker û çeteyên wan li ser Rojava ku bikaribin vîn û hêza jinan bişkînin û wê bikin bin serweriya xwe.

Lê belê planên wan li dijî jinan negihêjin serî, îro careke din li hemberî pergala desthilatdar a mêr bi çek, pênûs, fikir, vîn û hebûna xwe sekinîn. Jinan ji serî tewandinê re gotin na û bi dengeke berz ji berxwedaniyê re jî gotin erê!

Bi 19’ê Tîrmehê re jin weke gelawêja berbangê bi şewq bûn û kirin ku her kes bala xwe bide ser. Ji ber vê sedemê îro Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye Şoreşa Jinan, bûyê pisûleya ji wan kesan re ku bi lêgerîna azadiyê re bikaribe xwe tê de bibîne. Niha jî bûye modêlek ku her kes jê îlhamê digire. 19’ê Tîrmehê, ya ku bi pêşengiya jinan pêk hat, hem qadên jiyanê bi gewde kir; (perwerde, aborî, siyaset, huner, dîplomasî û rêxistinî) û hem jî ev rêxistinî ya ku bi pêşengiya jinan pêk tê, ji pergala modernîteya kapîtalîst re bûye altarnatîf. Ev modernîteya kapîtalîst civak rizandiye, derûniya wê xira kiriye.

Ev altarnatîf jî neteweya demokratîk e ku careke din, ew civaka ku modernîteya kapîtalîst ew di şexsê jinan de ji hev xistibû komî ser hev kiriye. Niha çi ereb, çerkes, asûr pergala xwe ya xweser ava dikin. Bi pêşengiya jinên kurd, bi bîrdoziya Rêber APO ev daniye holê. Ev bîrdozî li dijî modernîteya kapîtalîst şer dike û têkoşîna azadiyê bi rengekî geş rê ve dibe. Sedema ku ew qas êrîşê dibin ser Rêber APO jî ev e.

Civaka exlaqî û polîtîk bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi berdêlên giran heta niha hatiye. Ev Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne ji ber xwe ve pêk hat. Ev şoreş hîmê xwe ji têkoşîna 14’ê Tîrmehê girtiye. Heke îro Şoreşa 19’ê Tîrmehê li dijî hemû hêzên dagirker karibe li ber xwe bide û ketibe sala xwe ya 11`an û hê jî li ser piyan e û her ku diçe geştir dibe tîrêjên xwe dide hemû cîhanê, ev bi keda bi hezaran hevalên şehîd e ku di vê rêyê de canê xwe dane.

Mîna Sakîne, Zîlan, Bêrîtan, Avesta, Hevrîn, Zeyneb û gelek şehîdên din ku îro berdewamiya berxwedanê li ser çiyayên azad û li rojavayê Kurdistanê li dijî her cure teknîka pêşketî li ber xwe didin. Tu caran serê xwe netewandin e, bi vî giyanî û bi baweriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku jin pêşengiya wê dike, wê pergala neteweya demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîn were berbelav bikin.

Lewma divê herkes ji bo parastin, xurtkirin û pêşvexistina Şoreşa Rojava, li gorî Rêberiyê tev bigere û bi heralî ve têbikoşe!

Divê were zanîn ev kar, xebat û peywir erka me hemûyan e!

Ev roj, ev cejn, ev jiyana azad û ev kar li me û mirovahiyê pîroz be!