9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Qamişlo û Reqayê bi tankeran avê dibin Hesekê

Wekî gelek caran dîsa ava stasyona Elok ji ser şêniyên Hesekê û gundewarên wê hatiye birîn, ji bo piştgiriya gelê Hesekê bi dehan tankerên avê ji Qamişlo û Reqayê berê xwe dan Hesekê

Dewleta tirk avê wekî çekekê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikar tîne. Dewleta tirk ji dema ku Serêkaniyê dagir kiriye zêdetirî 36 caran ava stasyona Elokê ji ser zêdetirî milyonek û nîv mirovên li bajêr û gundewarên wê qut dike. Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3`yê Tîrmehê de bajarê Hesekê wekî herêma karesatê ragihandibû.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û aloziya avê ya li bajarê Hesekê, Gerînedetiya Avê ya Qamişlo bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a Qamişlo ji bo belavkirina avê li Hesekê însiyatîfek ragihand.

Di çarçoveya vê hemleyê de, vê sibehê 40 tenkerên avê û erebeyên agirkujiyê ji bo piştgiriya xelkê Hesekê ji Qamişlo berê xwe dan Hesekê.

Li gorî Hevserkê Gerînendetiya Avê ya kantona Qamişlo Xorşîd Îso, ev însiyatîf piştî civîna dawîn a komîteya şaredariyan û gerînendetiyê ya li Qamişloyê hatiye ragihandin.

Îso da zanîn ku dê av heftane were belavkirin û diyar kir ku armanca wan ji vê gavê sivikkirina barê şêniyên bajêr e.

Li gorî agahiyên ku me ji Hevserokê Daîreya Avê ya Hesekê wergirtine, karwanekî din ên tankeran jî ku hejmara wan ne diyar e, vê sibehê ji Reqayê berê xwe daye Hesekê.