spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êdî nobeta Şenyaşaran li Enqerê ye

Ji ber ku ji bo Fadil Şenyaşar biryara berdanê nehat dayîn malbata Şenyaşar biryar da ku çalakiya xwe li Enqerê bidomîne.

Duyemîn danişîna komkujiya li dijî Malbata Şenyaşar ku ji aliyê xizm û parastvanê parlamenterê berê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14’ê hezîrana 2018’an hatibû kirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hat dîtin. Biryara berdewamkirina Fadil Şenyaşar hat dayîn û danişîn taloqî 6’ê cotmehê hat kirin.

Piştî danişînê Malbata Şenyaşar bertek nîşanî biryarê da û bi parêzerên xwe re li ber edliyeya Meletiyê daxuyanî da çapameniyê. Parêzer, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê tev li daxuyaniyê bûn.

‘Delîl û kujer hatin veşartin’

Ji parêzerên malbatê Bulent Dûran axivî û destnîşan kir ku ew ji destpêkê ve dibêjin ev qetlîam di bin berpirsiyariya îktidarê de ye û delîl, faîl û kujerên vê qetlîama hovane hatin veşartin.

Nobed dê li Enqerê berdewam bike

Ferît Şenyaşar jî der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ragihand ku birayê wî Fadil Şenyaşar dîsa nehatiye berdan û li ser vê neberdanê biryar girtine ku dê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê bi dawî kiribûn derbasî ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê bikin. Şenyaşar got ew ê li Enqereyê çalakiya xwe bidomînin.