spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan û Bin Selman peyman îmze kirin

Tirkiye û Erebistana Siûdî di warên razemenî û parastinê de peyman îmze kirin. Dewleta tirk bi van peymanan dixwaze ji qeyrana aborî ya giran derkeve.

Li gorî medyaya Erebistana Siûdî, Tayyîp Erdogan û Bin Selman hevdîtin pêk anîn. Hate gotin, her du aliyan têkiliyên di navbera her du welatan de, asoyên tevkariyê û derfetên pêşxistina gelek qadan gotûbêj kirin û geşedanên herêmî û navneteweyî nîqaş kirin.

Li gorî Ajansa WAS a Erebistana Siûdî, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê 3 peymanên tevkariyê di qadên razemenî, ragihandin û planeke ji bo pêkanîna tevkariyê di warê pîşesaziya parastin, lêkolîn û pêşxistinê de îmze kirin. Hate gotin ku her du aliyan du peyman bi şîrketa Baykar a parastinê, nemaze balafirên bêmirov, îmze kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku têkiliyên Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê di sala 2018’an de anku piştî qetilkirina rojnamevan Cemal Xaşiqçî li konsolosxanaya Erebistana Siûdî ya li Tirkiyeyê aloz bûbûn. Têkilî di Nîsana 2022’yan de hatin sererastkirin û ji wê demê de ev serdana duyemîn a Erdogan a li Sûdiyiyê ye.

Edogan di serdana xwe ya li Kendavê de hewl dide aboriya xwe ya hilweşiyaye li ser lingan bihêle.

Desteka ku Erebistana Siûdî û Îmaratê piştî erdhejê da Tirkiyeyê, heta astekê zextên aborî yên li ser Erdogan kêm kirin, her wiha bandor li encamên hilbijartinên dawîn ên serokkomariya Tirkiyeyê jî kir.