18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amedekariyên Iraqê yên ji bo vegerandina malbatên DAIŞ’ê temam in

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku amadekariyên wan ên ji bo vegerandina penaberên iraqî yên li wargeha holê ya li Rojavayê Kurdistanê temam bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê, piştî têkçûna DAIŞ’ê malbatên DAIŞ’ê li wargehan hatin bicihkirin. Yek ji van wargehan jî wargeha Holê ye. Li wargehê hejmareke zêde malbatên DAIŞ’ê yên iraqî hene. Ji bo vegerandina van malbatan a Iraqê demeke dirêj e di navbera rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê de hevdîtin tên kirin. Di encama van hevdîtinan de Iraqê di sala 2022’yan de biryar dabû ku hemû malbatên iraqî vegerîne Iraqê.

Di vê çarçoveyê de daxuyaniyeke nû ji aliyê Iraqê ve der barê mijarê de hat dayîn. Rêveberê Giştî yê Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê Elî Ebas, der barê vegerandina penaberên Iraqî yên di nava wargeha Holê de ji medya Iraqê re axivî. Elî Ebas, destnîşankir ku vegera penaberên Iraqî yên di wargeha Holê de wê di demek nêzîk de qonax bi qonax were destpêkirin.

Der barê vegerandina penaberên di wargehên başûrê Kurdistanê de jî Ebas, ev tişt got; “Vegerandina penaberên di wargehên herêmê de berdewam dike. Ji ber ku zarokên malbatan di dibistanên wargehên herêmê de dixwînin.”

Derbarê penaberên Şengalê de jî diyar kir ku ji bo vegerandina penaberan bi taybet jî ji bo vegera ji bo Şengalê, şert û mercên guncav wê werin pêşwazîkirin.