4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hevdîtinên rejîmê re qewimandinên nû li ser sînor pêk tên

Li Mêrdînê, cihên qûleyên çavdêriyê yên li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên guhertin û qereqoleke li navçeya Qoserê ji ser sînor bê dûrxistin

Di van rojên ku di navbera Tirkiye û Rejîmê de li ser dijberiya destkeftiyên kurdan hevdîtinan dest pê kiriye de li ser sînorê  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkanînên nû diqewimin. Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopomyayê (MA), li navçeya Artûklû, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê ku nêzî sînorê Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê ne, sepanên leşkerî yên nû tên pêkanîn.

Li texma deriyê sînor ê li Nisêbînê ku bi salan e girtiye, mewziyên leşkerî tên bilindkirin. Li navçeya Qoserê jî amadekariyên barkirina qereqola leşkerî ya li texma deriyê sînor ê li Taxa Dirbesiyê ye, tên kirin. Biryar hat girtin ku ev qereqol ji sînor bê dûrxistin û li pişt gund bê bicihkirin.

Ji bo veguhestina qereqolê kar û barên înşeatê didomin. Lê gundî naxwazin qereqol li pişt gundê wan bê çêkirin. Gundî ditirsin ku di êrîşeke gengaz de dê gundê wan wekî mertal bê bikaranîn.

Her wiha li gundên li sînor jî cihê qûleyên leşkerî tên guhertin. Qûleyên ku berê hatibûn çêkirin, li pişt erdên bimayîn tên bicihkirin. Ev qûleyên cihên wan tên guhertin bi kevirên giran tên çêkirin û li ser her qûleyê kamera tên bicihkirin.

Dîsa ji bo gundên li sînor şertê ku gundî nasnameyên xwe deynin noqteyên leşkerî an jî qereqolan hat danîn. Gundiyên ku bixwazin biçin nava erdên xwe an jî derkevin derve, divê nasnameya xwe deynin qereqolê yan jî noqteya leşkerî. Gundî di vegerê de dê bikaribin rahêlin nasnameya xwe.

Gundiyan xwest dawî li van pêkanînan bê û gotin ku ger wisa bidome dê nikaribin erdên xw biajon û wê koç bikin.