spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji sala 1996’an ve dilê dayika Fadîme bi kul e!

Di ser kuştina rojnameger Metîn Goktepe re 27 sal der bas bûn. Ji roja ku hatiye kuştin ve dilê dayika Goktepe Fadîme Goktepe bi kul e û daraza tirk nikare vê kulê derman bike. 

Îro salvegera kuştina rojnameger Metîn Goktepe ye. Di sala 1996’an de dema ku Goktepe çû nûçeya şopandina merasîma cenazeyên girtiyên ku li girtîgehê hatibûn kuştin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştre jî hat kuştin. Ji bo ku şopê li ser xwe bidin alî polîsan cenazeyê Goptepe avêtin arazî û xwestin ser hovîtiya xwe veşêrin. Wê îro Goktepe ji aliyê malbat û hevpîşeyên xwe ve li ser gora xwe bê bibîranîn.

Bi wesîleya salvegera kuştina wî em jî dixwazin kurte jiyana Goktepe û serboriya wî di vê nîvîsa xwe de careke din bi bîr bixin. Weke ku tê zanîn Goktepe dema ku hat kuştin nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê bû. Di 10’ê nîsana 1968’an de li gundê Çîpîl ê navçeya Gurun a Sêwasê ji malbateke kurdên elewî ji dayik bûye. 7 xwişk û birayên Goktepe hene û ew jî weke ferdê 7’emîn ê malbatê ji dayik dibe. Heta 11 saliya xwe jî Goktepe li gundê xwe Çîpîl dijî.

Koçî Stenbolê dike

Piştî dibistana seretayî li gund xwend Goktepe, di sala 1979’an de piştî koçkirina xwişk û birayên xwe yên mezin bi birayê xwe biçûk Ezîz re beriya dayik û bavê xwe çûye Stenbolê. Li Stenboolê li lîseya ku niha navê wê Îbrahîm Turan e lê dibistana navîn û lîseyê xwendiye. Goktepe di sala 1986’an de ji lîseyê mezûn bûye û di sala 1989’an de li Faqultaeya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê dest bi xwendina Beşa Maliyeyê kiriye. Goktepe, li zanîngehê bûye endameke çalak ê tekoşîna ciwanên xwendekar.

Goktepe, di salên xwe yên zanîngehê de çar caran hatiye binçavkirin. Di adara 1992’yan de çawa ku dibihîze kovareke ku pêşketina tevgera karker û kedkara bişopîne û bike nûçe û wê bi navê ‘Gerçek’ were çapkirin diçe li kovarê dest kar dike. Piştre Goktepe di rojnameya Everenselê ku di 7’ê hezîrana 1995’an de dest bi weşanê kir de cîh girtiye. Piştî ku nêzî salekê di rojnameya Everenselê de weke nûçegîhan xebat kir li ser karê xwe yê rojnamegeriyê hat kuştin.

Di bin çavan de dikujin

Di 4’ê çileya 1996’an de leşker êrîşî Girtîgeha Ûmraniyê ya Stenbolê dikin û girtiyên bi navê Gûltekîn Beyhan, Abdûlmecît Seçkîn, Riza Boybaş û Orhan Ozmen dikujin. Wê demê Goktepe jî li Evrenselê nûçegîhan e û di 8’ê çileyê de biryar dide ku biçe merasîma cenazeyê wan a li Alîbeykoyê bişopîne. Her çiqas hevalên wî ji ber şertên demê naxwazin ku merasîma cenazeyê girtiyan bişopîne jî Goktepe dibêje ku divê teqez merasîmê bişopîne û berê xwe dide Alîbeykoy. Di merasîmê de polîs Goktepe jî di nav de gelek kesan binçav dikin.

Di bin çavan de polîs îşkenceyên hovane li Goktepe dikin. Polîs heta ku wî ji ruh dikin bi piyên maseyê li Goktepe dixin. Piştî ku wî dikujin jî ji bo şopê li ser xwe bidin alî cenazeyê wî jî dibin diavêjin nav araziyekê. Cenazeyê Goktepe piştî rojekê hat dîtin. Rayedarên dewletê yên demê bi ragihandinên nakok hewl dan ku ser kuştina Goktepe veşêrin. Lê ev pere nekir û kuştina Goktepe bandorek mezin li wê demê kir. Serokwezîra demê Tansû Çîller û Midurê Giştî yê Emniyetê Orhan Taşanlar binçavkirina Goktepe înkar kirin.

Lêborînê qebûl nekir

Wezîrê Karên Hundir ê demê Teoman Ûnûsan jî di bernameya Roja 32’emîn a di 11’ê çileyê de ji bo kuştina Goktepe ev tişt dibêje: “Li ser mijarê zanîna min a tevahî nîne lê li gorî agahiyan Metîn Goktepe ji ser dîwar de ketiye û jiyana xwe ji dest daye.” Dema ev teza wî hat pûçkirin Ûnûsan ji dayika Goktepe Fadîme Goktepe lêborîn xwest. Lê dayika Gopktepe lêborîna Ûnûsan qebul nakir û xwest ku perpirsyar bên darizandin.

Lê ev daxwazên dayika Goktepe bi cih nehatin û mîna roja me ya îroyîn der barê kujerên Goktepe de darizandineke adilane pêk nehat. Ji rojê vê dilê Fadîme Goktepe bi kul e û nayê dermankirin.