17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amediyan Serra Bûcak û Dogan Hatun namzetên xwe qebûl kirin

Amediyan Serra Bûcak û Dogan Hatun wekî namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qebûl kirin.

Dengdayîna ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li 17 navçeyan bi dawî bû. Di tûra duyan a ji bo diyarkirina namzetê mêr de Dogan Hatûn ji sedî 64’ê dengan girt û bû namzetê hevşaredariyê.

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha daxuyand: “Tûra duyan a ji bo diyarkirina Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê temam bû. Hemû sindoq hatin vekirin û hejmartina dengan bi dawî bû. Garîp Kandemîr ji sedî 36’ê dengan û Dogan Hatûn jî ji sedî 64’ê dengan girt. Dogan Hatûn bû namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.”

Ji jinan jî Serra Bûcak di tûra ewil de hatibû hilbijartin. Di encama pêşhilbijartinan de Serra Bûcak û  Dogan hatin wekî namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin hilbijartin.