spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanî wekî meşa Romayê xwe ji bo meşa Kolnê amade dikin

Kurdistaniyên Ewropa ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amadekariya meşa Kolnê dikin. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, ji bo meşa navendî ya li Kolnê bê lidarxistin xwest wekî meşa sala 1999'an a heta Romayê dîsa bimeşin û got: “Vê carê em bi hevre bimeşin Kolnê”

Bi boneya salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya ji bo bidawîkirina komploya navneteweyî ya zêdeyî 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û jinûve bidestxistina azadiya fîzîkî, dê li seranserê Ewropayê meşek bê lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, ji bo meşa bi deh hezaran a 17’ê Sibata 2024’an a li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Zumrut, anî ziman ku di sala 1999’an bêyî ku li benda kesî bimînin herikîn Romayê û wiha got: “Divê em îsal jî beyî li benda hev bisekinin her kes biherikin Kolnê jî. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Ocalan divê dînamîkeke civakî ya cidî bê avakirin û got ku divê ev hejmar bigihêje sed hezaran.”

Zubeyde Zumrut ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj a 25 rojan ku bi daxwaza  azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parîsê ber bi Strasboûrg a ku saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne, ev bang kir:

“Em bi meşeke dîrokî dimeşin. Rêbertî ku 25 sal in li Girava Îmraliyê dîl tê girtin, ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev biryara federasyona me, heval, jin û ciwanên me yên li Parîsê guncav e. 25 sal in dîlgirtina rêberê gel nayê qebûlkirin. Me di 10’ê Cotmehê de bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd’  dest bi pêngaveke nû kir. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd divê dînamîkeke cidî ya civakî bê avakirin. Ji bo şikandina tecrîdê û azadkirina Rêbertî yê ku ev 3 sal in agahî jê nagirin. Tiştên li Îmraliyê diqewimin fikarên me zêdetir dikin. Em erka CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi bîr tînin. Tirkiye derketiye derveyî hiqûqê divê bê cezakirin û derbarê azadiya Rêbertî de tavilê gav bên avêtin. Saziyên navneteweyî jî baş dizanin ku çareseriya kaos, krîz û şer konfederalîzma demokratîk a gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ev tevger gerdûnî ye. Em ê bi ruhê seferberiyê vê kampanyayê pêk bînin û azadiya Rêberê xwe esas bigirin. Banga me ya bingehîn ev e; divê bi sed hezaran beşdarî mîtînga ku em ê di roja 17’an de li Kolnê li dar bixin, bibin. Çawa ku di sala 99’an de em derbasî Romayê bûn û gel însiyatîf girt ser xwe, bila li benda tu keseî nemîne û gel însiyatîfê bigire ser xwe. Werin em di 17’ê Sibatê de bên cem hev û her kes li mîtîngê bin. HEta ku Rêbertî azad nabe ne jin û ne jî ciwan azad dibin. Em roja 17’an saet 10:00’an li Kolnê li benda we ne.”