4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Guh bidin dengê Brêz Ocalan

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya Meclisê de axivî û geşedanên dawî nirxand. Tuncer Bakirhan ewil bal kişand ser cenazeyên di demên dawî de li qeraxên behrê tên dîtin û wiha got: “Li seranserî cîhanê hema hema ji sê paran yek jê penaber e. Hema hema her roj cenazeyên penaberan li peravên deryayê tên dîtin. Ya li peravên avê tê dîtin mirovahî ye.”

Bakirhan, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Heke hindik jî aliyekî aqlêselîm ê dewletê ma be, divê ev yek baş were dîtin; her cara ku deriyên Îmraliyê tên vekirin hêviya çareseriya demokratîk mezin bûye. Aramî çêbûye û rewşa aboriyê baş bûye. Divê Tirkiye li birêz Ocalan guhdar be, pê re rûne û biaxive. Birêz Ocalan dixwaze aştiyê bîne vî welatî. Divê her kes baş bizane ku yan em ê aştiya civakî pêk bînin, yan jî dê teslîmî pêla neteweperestiyê bibin. Çareseriya sedsala nû, lihevkirineke li ser esasê demokrasiyê ye. Tekane rê aştiya bi kurdan re ye. Pergaleke demokratîk, adilane û azadîxwaz e. Em ji bo vê têdikoşin.”