20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amensty: Balafirên bêmirov li Somaliyê 23 sivîl qetilkirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di du êrîşên artêşa Somalî yên di Adara 2024’an ku bi balafirên bê mirov ên tirk hatin bikaranîn de, 14 jê zarok 23 sivîlan hatin qetilkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) derbarê êrişên bi li Somalî yên bi balafirên dewleta Tirk a dagirker hatine pêkanîn de, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî rêxistina mafê mirovan van êrişan di 18’ê Adara 2024’an de li cotgehek li nêzî gundê Bexdadê ya li başûrê herêma Şabelle ya Jêrîn hatiye pêk anîn. Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku dispêre hevpeyvînên niştecihên xwecihî, piştî pevçûnên dijwar ên di navbera Îslamên Şebab ên radîkal û hêzên ewlekariyê yên Somalî de “êrişên bi dronan” pêk hatine.

Endamên Rêxistina Mafê Mirovan yên ku bi 12 kesên ku di nav wan de mexdûr, xizm û şahid jî hebûn hevpeyvîn kirin, ji dîmenên peykê û wêneyên parçeyên çekan lêkolîn kirine tesbît kirin ku bombe û dronên bayraktar ên ji aliyê Tirk ve hatine çêkirin hatine bikaranîn.

Dîrektorê herêmî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Tigere Chagutah di raporê de got, “Divê van êrişên kujer ên hikûmetên Somalî û Tirkiyeyê weke sûcê şer bê lêkolîn kirin.”

Hikûmeta Somalî di meha Adarê de raghandibû ku li wê herêmê operasyon pêk aniye û Şebaban hedef girtiye, lê têkildarî windahiyên sivîlan nekiribû. Wezareta Enformasyonê di daxuyaniya xwe ya 19’ê Adarê de gotibû, “Di operasyona li gel hêzên me yên çekdar û hevkarên me yên navneteweyî pêk hat de zêdetirî sî cîhadî hatin kuştin.”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihand ku ji hikûmetên Somalî û Tirk agahiyên berfireh xwestine û got ku lê encamek bi dest nexistine.

Enqere ya ku bi Somalî re têkiliyên nêz dimeşîne, di warê hevkariya leşkerî de hevkar û hevparê sereke yê aboriyê Somalî ye. Li gor nûçeyên medyaya Tirk, Somalî di heman demê li derveyî welat ji bo Tirkiyeyê malvanî ji baregehên leşkerî û navendên perwerdehiyê ya herî mezin re dike.