19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qamişlo jin li dijî tecrîdê meşiyan

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo di axaftina xwe de bal kişand ser rola Ocalan û wiha got: “Di krîza li Rojhilata Navîn de mifteya çareseriyê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişlo, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abddullah Ocalan, meşek li dar xist.

Meş ji taxa Kurnîş dest pê kir û heya Çerxerêya Kawayê Hesinkar a  li heman taxê dom kir. Bi sedan jinên ku endamên sazî û dezgên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî di navan de hebûn, beşdarî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmeyên wekî, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî berxwedana zîndanan” hatin berzkirin.

Piştî meşê li Çerxerêya Kawayê Hêsinkar ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û axaftin hat kirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku ew wek jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Suryeyê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Şîraz Hemo got: “Şerê li Îmraliyê şerê keramet û hebûna me ye, lewma em ê jî dijî tecrîdê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Şîraz Hemo bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tecrîdê û da zanîn ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan vala hatiye derxistin.

Şîraz Hemo di axaftina xwe de bal kişand ser rola Ocalan û wiha got: “Di krîza li Rojhilata Navîn de mifteya çareseriyê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.” Çalakî bi dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliye” û “Jin jiyan azadî” bidawî bû.