Liv û tevgera hewayî ya artêşa tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava didome. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê vê liv û tevgerê de agahîyeke balkêş da. SOHR’ê ragihand ku li navçeya Til Beyderê ya Hesekê dema ku droneyeke artêşa tirk nêzî baregeha Hevpeymaniya Navdewletî bûye hêzên Amerîkayê ew xistine xwarê.
Li aliyê din çavkaniyeke leşkerî ku bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dike, ji Ajansa Nûçeyan a North Pressê re axiviye û ev agahî dane: “Drone ya Tirkiyeyê ye û ji herêmên di bin kontrola komên girêdayî Tirkiyeyê de firiyaye û xwe nêzîkî baregeha Til Beyderê kiriye.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di 5’ê cotmehê de jî hêzên Amerîkayê droneke Tirkiyeyê li rojavayê Kurdistanê xistibûn xwarê.