10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Cîhanê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin

Yekemîn Konferansa Ciwanên Cîhanê, bi dirûşmeya “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” bi raya giştî re parve kirin. Ciwanan anîn ziman ku piştgiriyê didin kampanya cîhanî ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan

Yekemîn Konferansa Ciwanên Cîhanê, bi dirûşmeya “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” bi raya giştî re parve kirin. Ciwanan di daxuyaniyê de anîn ziman ku weke ciwanên cîhanê, her wiha bi giştî mirovahî, îro bi qeyranekê pergalê ya herî dijwar re rûbirû dimînin û wiha gotin: “Felaketa ekolojiyê roj bi roj girantir dibe, şer li her deverî gûr dibin, netewperestî û tevgerên faşîst li seranserî cîhanê belavdibin. Ji bo têrkirina birçîbûna xwe qezenca zêde, pergala kapîtalîst a kûrewî jîngehê hildiweşîne û mirovatiyê ji bingeha xwe ya jiyanê bêpar dihêle. Encamên wê yekê li her derê hem nava jiyanê, hem jî li derûdora me tê dîtin û hîskirin: tecrîda civakî, kuştina jinan, feqîrtî, azar, şîddet û felaketên xwezayê. Em di cîhanekê xwedî felaket û karesatên dijwar de mezin dibin, lê rastiya heyî ku pêşkêşî me tê kirin em qebul nakin. Îro li cîhanê ciwan xwe birêxistin dikin û ji bo pêşerojekê baştir têkoşînê dikin. Ciwanbûn ji bo me tê wateya lêgerîna heqîqetê, lêgerîna dunyayekê din û pêşerojekê azad. Em bi bawer û bi biryar in em ê xwe bigihînin vê armancê. Heger em mudexeleyê qeyranê nekin, kî bike? Heger em ji niha ve destpênekin, em ê kengî bikin? Li ser vê bingehê em di çarçoveya insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ hatin cem hev, da ku têkoşîna hevpar li ser zemînekê hevbeş pêşbixînin.”

Ciwanan da zanîn ku ew dixwazin bi hev re nîqaş bikin, xwe perwerde bikin û xwe bi rêxistinbikin. Ciwanan bilêv kirin ku ji ber vê yekê, weke 400 ciwan ji 49 welatan û 95 rêxistin, tevger û partiyan daxwaz û biryarên xwe bi van xalan tînin ziman:

1-Çareseriya qeyrana heyî ya cîhanî encex ji derveyî pergala kapîtalîst û bi avakirina cîhanekê nû, demokratîk û bi edalet dikare were pêkanîn.

2-Ji bo xwe gihandina vê armancê yekitiya tevahî hêzên demokratîk-şoreşger û dij-sîstemê di astekê cîhanî de pêwîst dike. Weke ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ em li ser bingeha rêzgirtina hevpar ji bo dewlemendî û cudahiya rê û rêbazên me yên rêxistinbûn, têkoşîn û kevneşopiyên siyasî xebat dikin. Em ji bo pêşxistina yekitiya tevahî têkoşîn û berxwedanên li cîhanê ku di nava nakokiyekê esasî bi pergala desthilatdar de ne kar dikin.

3-Rêgeza me ya sereke ya rêxistinî ‘yekitî di cihêrengiyê de’ ye. Bala me li ser rêgez û armancên me yên hevpar e, her wiha hevbeşiya me ya esasî dijbertiya kapîtalîzmê ye. Di heman demê de em cih ji ferq û cudahi, nêrîn û rêbazên cuda di teorî û pratîkê de dihêlin.

4-Pratîka me ya hevpar li ser bingeha enternasyonalîzmê pêşdikeve. Em dizanin ku cîhanekê din encex bi riya têkoşînekê hevpar ya tevahî gelên bindest û azadîxwaz dikare pêşbikeve. Em yekitiya gelan weke nirxekê esasî ya insyatîfa xwe destdigirin.

5-Em li hemberî hemû cureyên zordestiyê, her wiha li hemberî kapîtalîzm û îdeolojiya wê lîberalîzmê, ku civakê li ser esasî destgirtinekê sexte ya ‘azadiyê’ perçedike û ferdpersetiyê pêşdixîne, li dijî zilamsalarî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê têkoşînê dikin. Em bi hev re li hemberî zayenperestiyê, nîjadperestiye û hemû şêwazên zordestiyê li ser bingeha zayend, nasname, ol, astengî, ziman û netewî disekinin.

6-Di têkoşîna li hemberî her şêwazî dagirkerî û mêtingeriyê de em yek inç Her civakek xwedî mafê rewa yê xwe-parastinê ye. Di vê çarçoveyê yek ji erkên sereke yên enternasyonalîst a ciwanan ew e ku li hemberî politîkayên emperyalîst ji welatên me tên birêvebirin derkevin û têkoşînekê mezin bidin meşandin. Em mafê her gelekî ya xwe-birêvebirinê diparêzin û piştgiriya xwe bi tevahî gelên bindest, bi taybetî gelê Filistîn û Tevgera Azadiya Kurdistanê radigihînin.

7-Em faşîzm weke dijminekê esasî ya mirovahiyê pênase dikin û mezinbûna tevgerên faşîst û paşverû weker xeterî û metirsiyekê esasî li ser jiyanekê aştiyane û pêşeroja civakên xwe dibînin. Wek insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ em bi biryardariyekê ji pola li gel hemû têkoşînên antî-faşîst disekinin.

8-Ciwan di her civakekê de beşa herî dînamîk in û motora guhertin û veguhertinê ne. Mîsogeriya nûbûna têkoşîn û tevgerên me, bi rêxistinbûna xweser a ciwanan li ser bingeha îrade û hêzbûna serbixwe mumkin e.

9-Em bi xurtî li kêleka gelên têkoşer disekinin û piştgiriya xwe bi hemû têkoşînên şoreşger re radigihînin. Em herêmên rizgarkirî û herêmên xwedî rêveberiyên xweser ji Abya Yala heta Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Suriye û Şengalê, çiyayên azad ên Kurdistanê, kelehên berxwedanê yên tevgerên rizgarî û antî-emperyalîst li Asya, her wiha têkoşînên rizgariya netewî li Ewrupa û têkoşîna berdewamî li dijî mêtingerî û neo-kolonyalîzm li Afrîka weke cepheyên pêşî yên mirovatiya azad dihesibînin. Parastina wan destkeftiyên têkoşînên, her wiha parastina destkeftiyên dîrokî erka û berpirsyartiya me hemûyan e.

10-Gava ku ji aliyekî ve desthilatdarên vê dunyayê bi awayekî koordînekirî li hemberî me dikevin hareketê, agahî û istixbaratê ji bo tasfiyekirin têkoşînên azadiyê bi hevdu re parvedikin û di astekê navnetewî de li pey hêzên muhalîf û şoreşger dikevin, tevgerên me piranî caran ji hev cuda û perçeyî dimînin. Hêzên desthilatdar ruxme hemû nakokiyên di nava hev de jî di vê çarçoveyê de bi awayekî koordînekirî hareket dikin, ji ber vê jî piştgiriya navnetewî û hevgirtinê ji bo me jî şertekê esasî ye. Tevgerên me li kûderê di bin êrîşê de bin em ê piştgiriya hev bikin. Em ê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên şoreşger bixebitin. Di  çarçoveya kampanya cîhanî ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan, ku di 10’ê Cotmehê 2023’an de destpêkir, em beşdarbûna xwe û piştgiriya daxwazên kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî – Ji pirsgirêka Kurd re çareserî radigihînin.

Ji vir û şûnve wê hevgirtina me li ser bingeha van 10 xalan pêkwere. Dibe ku şêwazên me yên fikirandinê û rêbazên me ji hev cuda bin. Çand û zimanên me jî ji hev cuda ne. Hinek ji me ji tevgerên mezin, hinek ji me ji tevgerên piçuk hatine. Lê em ferq û cudahiyên xwe wek astengi li pêşiya xwe nabînin. Em cihêrengbûna xwe weke dewlemendiyekê girîng dibînin. Li ser vê bingehê em dixwazin nîqaşên xwe pêşbixînin, ji tecrubeyên hev sûd werbigirin, ji hev tiştên nû fêrbibin û hêza xwe mezin bikin. Ferq û cudahiyên me hêza me ye, wê nebe sedema lewazbûna me, wê li ser riya me ya hevpar quwet bide me. Di bingeha wê de dijayetiya me li hemberî kapîtalîzmê û îsrara me di mirovbûnê de ye. Rûbirûyî qeyrana pergalê, geşbûna şer, felaketa ekolojiyê, kolekirina jinan û pergalekê ku dixwaze mafê me yê jiyanekê bi rûmet ji me bistîne, ferq û cudahiyên me divê li pêşiya me nesekinin. Wek ciwanên roja me ya îro berpirsyartiyekê me beramberî dîrokê heye. Em ê li  benda siberoj nebin, em ê jiyana azad îro avabikin. Û em bi biryar in ji bo vê têkoşînê bilind bikin.

Ev cîhan û mirovatî xwedî pêdiviya ciwantiyekê xwedî îrade, hêz, rêxistinkirî, jixwe bawer û radîkal. Pirsgirêkên heyî di çarçoveya pergala kapîtalîst nikarin werin çareserkirin, lêgerîna çareseriyan di hundirê qefesa pergalê bi xwe re tu feyde nayîne. Kapîtalîzm mirovatiyê aniyê ber kendalê. Hebûn û jiyana me bi têkbirina kapîtalîzmê û avakirina jiyanekê alternatîf, cîhanekê alternatîf mumkin dibe. Encamên ku em ji rewşa heyî derdixînin bi awayekî pir vekirî ji me re nîşandide ku divê em di demekê herî nêz de bibin hêzekê rêxistinkirî. Yekitiya ruh û hêz a ciwanan ji bo têkoşînên azadiyê li tevahiya cîhanê pêwistî û pêdivi ye. Heger di sala 1848’an de Manîfestoya Komunîst, ku heta îro li ser mirovatiyê xwedî bandorê, bang kir: ‘Karkerên cîhanê bibin yek!’, vê demê em jî îro li vê mîrasê xwedî derdikevin û bang dikin:

‘Ciwanên cîhanê bibin yek û bi hev re vê cîhanê biguherînin!’

Parîs, 5’ê Mijdarê 2023”