28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca serdana rêveberê CIA’yê ya Îsraîlê çi ye?

Bi destpêkirina şerê di navbera Hemas û Israîlê de serdanên rayedarên payebilind ên Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo Israîlê zêde bûn piştî serok û wezîrê karên derve niha jî rêveberê CIA serdana Israîlê dike

Ji destpêka şerê Israîl û Hemasê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê 3 caran serdana Israîlê kir û ji bilî hin rayedarên din ên payebilind û serokê DYA’yê Joe Biden, herî dawî Rêveberê CIA’yê William J. Burns jî berê xwe da Tel Avîvê.

Tevî ku bernameya Rêveberê CIA’yê William J. Burns ku xwedî azmûneke mezine li Rojhilata Navîn, dîplomasiyeke xurt ji bo rawestandina şerê Israîlê yê li dijî Xezayê bike. Her wiha tevî ku bernameya serdanên wî nehatiye aşkerakirin lê tê payîn ku piştî Israîlê ew serdana Urdun, Îmaratên Erebî û Misrê jî bike.

Armanca dîplomasiya DYA’yê çi ye?

Der barê vê armanc û daxwaza Amerîkayê de, DYA daxwaz ji Israîl kir ku di êrîşa li dijî Hemasê de rê û rêbazên cudatir bişopîne û daxwaza agirbesteke demikî kir ku rê li ber alîkariyên mirovî ji bo xelkê Xezayê veke.

Rêveberiya Amerîkayê ku aşkera piştgiriya Israîlê dike ji ber êrîşên dijwar ên Israîlê li dijî Xezayê û kuştina bi hezaran sivîlan ku di nava wan de gelek jin û zarok jî hene, ji alî raya giştî ve rastî nerazîbûnan tê û Amerîkayê dixwaze Israîlê razî bike ku demikîbe jî vî şerî hinekî rawestîne.

Israîlê mijara agirbestê ji binî ve red dike û Amerîkayê dîplomasiya xwe ji bo rawestandineke demikî ya şer dike, hem ji bo nerazîbûnên li dijî xwe kêm bike hem jî ji bo welatiyên xwe yên li Xeza asê mane rizgar bike.

Di vê çarçovê de, berpirsekî amerîkî ku haya wî ji ger û geşta Burns heye, got ku ew texmîn dike Burns ji bo hevkariyên istixbaratî li gel hevkarên xwe yên herêmê jî hin hevdîtinan bike.