28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komên girêdayî Îranê careke din êrîşî baregehên Amerîka kirin

Li Sûriye û Iraqê careke din baregehên Amerîkayê bûn hedefa êrîşên komên di bin kontrola Îranê de.

Êrîşên komên girêdayî Îranê yên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê didomin. Li gorî çapemeniya Sûriye û Iraqê, baregeha Amerîka ya li Eyn Esed a li bajarê Enbarê yê Iraqê û baregeha Amerîka ya li Tenef a li ser sînorê Iraq-Urdin-Suriyeyê  careke din bûne hedefa êrîşên komên di bin kontrola Îranê de.

Her du êrîş bi balefirên bêmirov hatine kirin. Lê ji ber mudaxaleya hêzên Amerîka yên li her du baregehan her du êrîş bêencam man.

Ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ji 17’ê cotmehê ve êrîşên bi vî rengî li baregehên Amerîkayê tên kirin.