14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê polîtburoya Hamasê serdana Îranê kir

Serokê polîtburoya Hamasê Ismaîl Heniyê serdana Îranê kir û bi rêberê olî yê Îranê Elî Xameneyî re hevdîtin kir. Li gorî ajansa IRNA’yê Heniye der barê pêşketinên dawî ên Xezayê raporekê pêşkêş dike

Îro nivîsgeha rêberê olî yê Îranê serdana Heniyê û şanda pê re bo Îranê û hevdîtina ligel Elî Xameneyî piştrast kir.

Ev civîn di demekê de hat lidarxistin ku tevgera çekdar a Filistînê û Îsraîl li Xezayê di nava şer de ne.

Serokê Hemasê Usama Hemdan beriya niha ragihandibû ku “Heniye û şanda pê re çend roj berê çûbûn Tehranê.”

Ofîsa Rêberê Îranê wêneyên hevdîtinê belav kirin û wiha nivîsî: “Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê raporek li ser geşedanên dawî yên li Xezayê, sûcên Îsraîlê û her wiha geşedanên li Şerîa Rojava pêşkêş kiriye.”

Li gorî vê raporê, Xamineyî her wiha li ser siyaseta hertimî ya rejîma Îranê ya piştgiriya ji “Hêzên berxwedanê yên Filistînê” teqez kir. Hêjayî gotinê ye ku Îranê vî navî li milîs û çekdarên alîgirên xwe dike. Ew milîs û alîgirên Îranê ji destpêka şerê di navbera Hemas û Israîlê de gelek caran baregehên Amerîkayê ên li Sûriye û Iraqê bûne hedefa êrîşên wan komên çekdar ên Îranê.

Her çendî ku Rêberê Îranê Elî Xamineyî dibêje ku haya wan ji êrîşa Hemasê tune ye bi riya milîs û alîgirên xwe yên li Sûriye, Iraq, Lubnan û heta bi Yemenê jî çend êrîş li dijî Israîl û Amerîkayê kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Îsmaîl Heniye di van salên dawî de di navbera Qeter û Tirkiyê de çûye û hatiye û li wan welatan maye.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah roja Înê 3’ê Mijdarê di yekem axaftina xwe de piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de got: “Biryara Hemasê ya êrîşa 7’ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê bi tevahî Filistînî bû.”  Her wiha Amerîkayê jî hişyarî da Hizbulaha Lubnanê û milîsên girêdayî Îranê û ev peyam da: “Ger operasyonên Hizbullahê li dijî Israîlê bidome Amerîka dê Îranê bombebaran bike.”